Break newsNûçeslide
Asayişa leşkerî ya PYD êrîşî mala ciwanekî li Amûdê kirin û ew binçavkir
Yekîtî Media 10/8/2016
Asayişa leşkerî ya partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD êrîşî mala ciwanekî li bajarê Amûdê kirin û ji bo leşkeriya bizorê ew binçavkirin , wê hêzê di demjmêreke derngî şevê de bi hejmareke mezin êrîşî mala ciwanê naskirî bi navê Şêxmûs Hesen kir, û li wî û dayik û apê wî jî bi qundaxên tifinka li wan dan.
Di dema êrîşa li ser malbata Şêxmûs ya ku li taxa dibistana Emar Bin Yasir dikeve Eilktirîk bi giştî ji ser bajarê Amûdê hate birrîn.