
Break newsNûçeslide
Amerîka û Rûsyayê gihiştin rêkeftinekê bo hevrêziya operasyonên leşkerî li Sûriyê
Yekîtî Media 20/6/2016
Wezareta berevaniya Rûsiya ragihand ku ew û Amerîka gihiştin rêkefinekê ji bo hevrêziya operasyonên leşkerî li Sûriyê.
wezaretê diyar kir ku ewan gelek guftûgo bi Amerîka re kirin da ku bighêjin nexşeyeke hevbeş ji bo cihê çekdaran were eşkerekirin û neyên armanc kirin. daxuyaniyên Rûsiya tên piştî ku Waşinton hêzên Rûsî bi armanckirina çekdarên ku Amerîka piştgiriya wan dike tawanbar kirin.