Break newsNûçeslide
Amerîka hêzeke bêtir dişîne Kurdistana Sûriyê
Yekîtî Media 5/3/2017
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) pêşniyara berferehkirina hêza xwe di operasyona rizgarkirina Reqayê de gotûbêj dike.
Rojnameya “Washington Post” a Amerîkî belav kiriye, ku dibe Amerîka hêzên bêtir di wê operasyona Reqa de beşdar bike, di nav de hêzên taybet, topxane û helicopter.
Her li gor rojnameyê, Pentagonê pêşniyara zêdekirina hêzên Amerîkî li Sûriyê gotûbêj dike, ku niha hejmara wan digihe 500 leşkirî, lê ew hêz rasterast tevlî şer nabe.