Break newsNûçeslide

Amerîka bo PYD ê : Em piştgîriya we nakin!

Yekîtî Media 29/4/2016

Hevserokê PYD ê Salih Muslim ragihand: “Amerîka bi eşkera û zelal ji me re got, ku em di aliyê siyasî de piştgîriya we nakin.”

Îro Konfransa Rêveberiyên Xwecihî û Xweseriya Demokratîk a Partiya Demokratîka Gelan (HDP) li Washington paytexta Amerîkayê tê lidarxistin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bo rêya Skype beşdarî di konfrasa HDP ya li Washingtonê de bû.

Salih Muslim li ser pêwendiyên navbera Amerîka û PYD ê got: “Pêwendiyên me bi Amerîka pêwendiyên tenê leşkerî ne, ne siyasî ne.”

Muslim herwiha got: “Amerîka bi awayekî eşkere û zelal ji me re got, ku em di warê siyasî de piştgîriya we nakin.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button