Break newsNûçeslide
Serokê ENKS Ibrahîm Biro: PYD hewil dide şerekî navxweyî vêxe
Yekîtî Media 11/12/2016
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Ibrahîm Biro got, ku PYD hewil dide şerekî navxweyî li Kurdistana Sûriyê vêxîne, lê em berdewam in li ser xebata aştiyana û sivîl.
Di hevpeyvîneke fermî de ji malpera PDK re, serokê ENKS Ibrahîm Biro ragihand: ku PYD tenê çekan hildigre li Kurdistana Sûriyê, û ew hewil dide me bikşîne şerekî navxweyî, lewra ew her dem navkokiyan diafrîne, lê emê her berdewam bin di xebata xwe ya aştiyana û sivîl.