Break newsNûçeslide
Welîd Muelim: HSD nikare Reqayê kontrol bike
Yekîtî Media 20/11/2016
Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê operasyona Reqayê de got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nikarin Reqayê rizgar bikin.
Welîd Muelim îro di konferanseke rojnemevanî de li Şamê derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de got, ku Amerîka Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bo qunaxa dorpêçkirina Reqayê bikar tîne û digel Tirkiyê jî derbarê pêşeroja Reqayê rêkeftiye.
Herwiha Muelim got, ne HSD dikare Reqayê kontrol bike û ne jî wê Tirkiyê bikare.