Gotar

Serxwebûna Kurdistanê û Îsraîl

Ev çend salên dawî ne, stratejiyeke nû ya Tirkiyê – xasma ya hikûmetê – heye. Li gorî vê stratejiyê, di îlankirina dewleteke kurdî li Başûr de, Tirkiye ne yekem jî be, di rêza duyem de ye ku qebûl bike. Li Rojhilata Navîn pergaleke nû saz dibe û li gorî vê pergalê Îran û Şiaîzm û Tirkiye û Sûnnî-îzm heye. Li gorî vê dabeşbûnê tifaqa Tirk û Kurdan li holê ye. Jixwe li Bakur çareseriya pirsa kurdî, bêyî dostaniya bi Kurdên Başûr re, nepêkan e. Mînak meseleya Kerkûkê. Eger 5 sal berê bûya, wê Tirkiyê kincên xwe biçiranda, lê di roja serdana serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî bo Kerkûkê de, serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî li Enqerê bû. Ev tê çi wateyê? Wate ew e ku serdema nû ya dinyayê, globalîzm û aborî Kurd û Tirkan nêzîkî hev dike. Kurd êdî di siyaset û aboriya dinyayê de aktor û diyardeyeke nû û gellekî girîng in. Xasma li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareserî ne mimkûn e. Ev yek ji kû tê? Ev yek ji hêza hemû Kurdên dinyayê tê. Bivê nevê, partiyên siyasî û serokatiyên Kurdan bixwazin an nexwazin; neteweperweriya di nav Kurdan de her ku diçe berz û bilind dibe.
Halîhazir li Rojhilata Navîn netewe û dewlet ketine bin bandor û gefxwarina Îslamîstên radîkal û tundraw. Roj bi roj ev hêza ku hê jî tirsa wê ya li ser mirovahiyê baş nehatiye eşkerekirin, çeperên xwe li dor heremê digerîne. Di nexşeyeke wiha de netewe-hêzeke sekûler û lÎberal heye ku hem dikare bibe tamponeke li pêş vê xetereyê, hem jî dikare bibe armanca êrîşên dijwar ên vê hêzê. Ew jî Kurd in û welatê wan Kurdistan e.
Di rewşeke wiha de behsa serxwebûna Kurdistanê tê kirin. Li heremê dewlet-netewek heye ku ji bilî çend desthilatdariyên despot û dîktator, her kes dijminê wê ye. Ew jî Îsraîl e. Ne ji hêza wê ya mezin be û eger bikarin, cînarên wê dixwazin di nava 24 seetan de vê dewleta cihû ji holê rakin. Wisa diyar e ku di encama van nîqaşên li ser serxwebûna Kurdistanê de hevalek ji Îsraîlê re çêdibe: Kurdistan!
Min ne bawer e ti welatekî Ereban li Başûr piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike. Netewe û rêveberiya Filistînê jî di nav de! Ew Filistîna ku Kurdên me ji bo wan kincên xwe diçirandin, ji bo wan kûçe û kolan dagir dikirin û ji bo wan şerê Cihûyan dikirin; ji berê ve, niha û di rojên pêş de jî bi ti awayî wê piştevaniya vê daxwaza Kurdan nekin.
Lê berevajî vê, Îsraîla ku ne tenê Ereb dijminatiya wê dikin, ji bo gellek Kurdan jî ‘neyar û dijminekî lazim e bê tinekirin e’, di asta herî bilind de piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike û diyar dike ku ewê yek ji wan welatên destpêkê be ku Kurdistanê wekî ‘dewlet’ nas bike.
Helbet Îsraîl her daxuyaniyê ji bo berjewendiya gelê xwe û welatê xwe dide. Îsraîl baş dizane ku Kurdistaneke li Başûr wê tirs û xofa li ser wan siviktir bike. Kurd li Rohilata Navîn tekane milet in ku ti kêşeya wan bi Cihûyan re tine ye. Îsraîl ji Cihûyên li seranserê dinyayê belav bûne hatiye avakirin. Di nav wan de 200 hezar Cihûyên Kurdistanî hene ku hê jî rabûn û rûniştina wan, cil û bergên wan, stran û govendên wan mîna yên Kurdan in û hê jî –nexasim navsereyên wan – bi kurdiyeke xweş û paqij diaxivin. Hema ji ber van diyardeyan jî be, hebûna dewleteke kurdî li berjewendiyên Îsraîlê digunce.
Îsraîl ji devê du giregirên xwe behsa serxwebûna Kurdistanê dike. Şîmon Peres fikra serdema avakarên Îsraîlê tîne ziman ku hîmeke bingehîn ê vê fikrê ye. Herçî Benyamîn Netenyahû ye, yek ji mîmarên serdema nû ya Îsraîlê ye. Herdu fikir jî temsîliyeta Îsraîlê dikin û gellekî girîng in. Rast e, ihtîmalek jî heye ku Îsraîl bi daxuyaniyên lezgîn ji devê Peres û Netenyahû dixwaze ber û bala dijminên xwe vegerîne ser Kurdan.
Li vir çi dimîne? Zîrekî û polîtîkbûna Kurdan. Êdî herkes dizane ku Kurd ne Kurdên berê ne, serdem jî ne serdema berê ye…

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button