Break newsNûçeslide
Hevpeymana Navdewletî balafirên xwe şandin bajarê Hesekê da ku hêzên xwe ji êrîşên balafirên Rêjîma Sûrî biparêze
Yekîtî Media 20/8/2016
Berdevkê wezareta berevaniya emerîka Cêf dîvîz di kongireke rojnemavanî de ragihand ku hevpeymana navdewletî balafirên xwe şand bi aliyê bajarê hesekê da ku hêzên xwe yên opêrasiyonên taybet ji êrîşên balafirên rêjîma sûrî biparêzin.
Dîvîz diyar kir ku dema balafirên hevpeymana navdewletî gihiştin wê deverê balafirên rêjîmê ji hesekê derketin.
Her wiha berpirsek leşkerî yê emerîka ragihand ku eger careke din balafirên rêjîma sûrî êrîşî deverên nêzî hêzên wan yên taybet li hesekê bikin ewê wan balafiran bixînin.