Break newsNûçeslide

ENKS ê ji bo Herêma Kurdistana Sûriyê destûrek amade kir

Yekîtî Media 2/7/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja sêşemê li Cinêvê work şopekê amade dike û têde gelek kesayetiyên Amerîkî û Ewropî beşdar dibin.

Di wê workşopê de, wê li ser du xalan were rawestandin, yek ji wan sîstema federalî ji bo Sûriyê û danîna destûra Sûriyê. Workşop wê du rojan berdewam bike.

ENKS destûrek ji bo Kurdistana Sûriyê amade kiriye û ew destûr ji 132 bendan pêk tê. Di amadekirina Destûrê de, gelek pisporên Ewropî û Amerîkî beşdar bûne û roja sêşemê heta înê wê bi hev re wê destûrê gotûbêj bikin.

Kesên ku bi ENKS re destûr amade kirine, şarezayên Ewropî û Emerîkî ne di warê amadekirina destûrê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button