
Break newsNûçeslide
Barhilgirên pez derbasî Herêma Kurdistanê dibin
Yekîtî Media 30/6/2016
Doh çarşemê yekem barhilgira pez di deriyê Pêşabûrê (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bû.
Jêderekî ji Yekîtî Media re diyarkir ku biryar hebû dergehê Sêmalka ji roja Yekşemê 26 meha Hizêranê li ber bazirganiya pez bê bac vebe, lê ew biryar dereng ket bo roja çarşemê lewre ziyanek mezin gihişt bazirgana, herweha got ta niha ne diyar e eger ev bazirganî bi bac e an bê bac e.