Selaheddîn Çelîk
Dewleta Tirk derfeta çareserkirina pirsê bi dest xistibû. Desthilata AKPê rêya erzan girt. Serî li dekbaziyê da. Partiyên rikberê, dijîtiya her gavê kirin. Artêş bû rêgir. Hemû ketin pêşbirka neteweperestiyê. Encam?
Encam şer, xwîn û rûxandina îro ye û di ser de jî windayiyên aboriyî û siyasî.
Neyartiya Kurdan ketiye rêyeke heya bêjî tirsîner. Dev jî Bakur berdin, Rojava jî ji wê neyartiyê para xwe distîne.
Tam jî di van rojan de gotina “agirbest” û “dubarekirina pêvajoya berê” tê rojevê, lê gotin li şert û mercên heyî qet nayê. Erê agirbest ji şer çêtir e. Lê ma divê mirov ji herdu aliyan nepirse: Dê kî hesabê hewqas miriyan bide?
Ji aliyê din em baş zanin ku planekî dewletê heye û bi hemû hêza xwe wê dimeşîne.
Helwesta Erdogan balkêş e. Ew dixwaze êşa hemû pirsgirêkên xwe ji Kurdan derêne. Nabe ku doşeka xwe raxe leşkergehê.
Şerê ji qamê borî
Bila dewlet rabe rûne, diakerê Ocalan be. Rast an xelet, rûreşî an ne, daxwazên Kurdan dan binî. Kurdan hemû pîrozahiyên dewletê pejirandin. Dîsa jî dewletê tiştek neda. Û bûyer teqiya.
“Qedayek ji hezar şîretan çêtir e”. Lê ku karesata sala dawî, hişê tevgera Kurd anîbe serî.
Em ji Tirkan zêdetir bûn evîndarê Tirkiyê. Ew erzê me dibin, me dikujin, destdirêjahî li me dikin, gund û bajarên me dirûxînin, dîsa em delinga wan bernadin. Ma evîn bi zorê dibe? Ne dema wê ye, ku em berevajiyê bifikirin?
PKK/HDPê hêza civaka kurd di wê evîna bêkêr de xeritandin. Gava rû nedîtin, vê carê xwe serserkî avêtin şerê ji qama wan borî. Va ji aliyê me ve sedemê barê îro.
Pirs ji sînorên xwe dibore
Gava tu pirsê çareser nekî, yên din tevlî dibin, lê rêbazên xwe. Wisa dixuye, pirsa Bakur ji hembêza Tirkiyê dişemite.
Çima? Ka em bûyera Başur, Rojava û Sûriyê, hovîtiya DAIŞê, nakokiyên herêmî û eniya Sunnî û Şîî û li herêmê bicihbûna dewletên serdestên dinyayê, bînin ber çavê xwe, eme bigihên kîjan encamê?
Dewleta Tirk ji Başûr ewle bû. Lê wê, dubendiya desthilatê ji bîr kir.
Neyartiya Kurdan hewqas ew gêj kiriye, bi mebesta lihevhatinê nabe ku gunikên Putin bifirikînin. Lê hê jî kuxîna Moskovayê, Enqerê direhilîne. Hevbend û patronên Tirkiyê, jê şikdar in û bêhtirî ji wêkê rasterast tevlî bûyeran dibin.
Tirkiye baş zane ku çareserkirina bûyerên netewî, ji bo emperyalîstan êdî ne ji pirsê ye. Va li himberî Rojavayê sedemekî neyartiya dewleta Tirk. Bi çi statukoyê be jî, li Rojavayeke sekuler, dînamîk û bi zaravaya kurmancî û bi tîpên latînî, rasterast dê li Bakur deng bide jî kêmayî ve bendewarî ew e. (Mixabin tevî bendewariyan jî, ji Başûr tevkariya hevşib nebû).
Erê, Tirkiyê li ser bûyerên Sûriyê hê xwedî bandor e. Da ku Kurdên binêxetê tiştekî bi dest nexin, wê serî li her qirêjiyê bide. Lê îro berê bûyeran li berevajiya bendewariyên dewleta Tirk e.
Ji herêmîbûnê jî zêdetir
Dibe pirs bizivirê pirseke navneteweyî jî. Bi mirî, rûxandin û koçberiya xwe, şerê dawî mezin e û dibe mezintir bibe. Karesat li ber çavê dinyayê dibe û divê bibe rojev.
Ne tenê dewletên herêmê, lê yên serdestê dinyayê jî, bi nêrînên cuda jî, bûyerê dişopînin.
Rûsya li Îran û Sûriyê ye. DYA taktîka xwe guherîye. Ya bejahî jî têde, hêza xwe zêde dike. Tenê li Kurdistana Başûr û Îraqê qala 14 binkeyên wê dikin. Frensa tevlî bûye. Îngilistan û Almanya jî li herêmê ne.
Hûnê bêjin, Siûdî û Tirkiye nikarin xwe ji ber eniya Şîî+Rûsyayê bigrin û dibe dev ji DAIŞê jî berdin. DYA û yên din, divê wan biparêzin. Dibe. Lê wekî ew hatine herêmê, çima dest navêjin şûmîtî û gemariyên Tirkiyê û yên din jî. Ji ber ku ew gemarî ji wan re dibin bar. Ma ku wisa bikin, Tirkiye dikare çi bike?
Girêdaniya pirsa kurd
Gava mirov keviran datîne cem hev, mirov girêdaniya bivênevê ya Bakur, Rojava û Başûr (û Rojhilatê) baş dibîne.
Li herêmê du eniyên eşkere hene. Lê aktorê eniyekê, dikare bi aktorekî ji eniya dijber re hevkariyê bike; weke li ser Sûriyê hevkariya DYA û Rûsyayê û li dijî Kurdan hevkariya Îran û Tirkiyê. Dibe sibê em bibin şahidê hevkariyên sosrettir jî.
Erê, Kurd dibe nikarin xwe ji wan qempan vedizin. Lê tişta helwesta wan destnîşan bike, divê tevahiya pirsa kurd be.
Dibe em nabînin. Dibe em di dûv hesabên biçûk de bin. Lê em bixwazin nexwazin jî, bûyêr ber bi vî alî ve diçin. Û ev, di berjewendiya kurdan de ye. Ji ber ku bi înîsiyatîfa dewletên herêmê pirsa kurd çareser nabe. Çima em xebata xwe bi ziravî û eşkere nedin konsepteke hevpar?
Hin tişt hene mirov bi serê xwe dikare wan çareser dike, lê hinek hene, ew hevpariyê pêwîst dikin. Serdem, a ya bihevre ye. Bi ya xwe kirin, qelsî ye û yê qels jî emê xwarinê ye.