Gotar

Hilbijartin li Tirkiyeyê: Beşek Kurdperweran û Rêxistinên Kurdistanê ji dozê dûr dixe

Îbrahîm GUÇLU

Doza Kurd-Kurdistanê, dozeke pîroz û dozeke neteweyî û rizgarîxwaz û statu bi dest xistin û dewlet avakirinê ye. Ji bona hemû neteweyên bûne dewlet, rê û rêbazên hatine meşandin bona Doza Kurd-Kurdistanê jî di rojevê de ne.

Divê destpêkê de bê zanîn ku kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê di Doza Kurd-Kurdistanê de xwediyê rêyeke taybet û cûda bin. Di navbera xwe Dewletên Kolonyalîst de xeteke qalin û cûda bikşînin. Tu caran rê û rêbazaa xwe bi Dewletên Kolonyalîst û hêzên wan re neke yek. Lewra Doza Kurd-Kurdistanê ji Dewletên kolonyalîst re, him di bernameya federalîzmê de û him jî di avakirina dewleta serbixwe de cûdabûnê pêwîst dibîne. Ev yeka wek qanûnekê û wek ayetên olî nayên guhertin jî, nayê guhertin..

Loma jî divê hemû kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê di her bûyereke hûndir û derve de berjewendiya neteweya kurd bi taybet û bi giştî biparêzin.

Şik tune ye ku platforma hilbijartinên Dewleta kolonyalîst ya Tirk jî, ji bona kurdpeweran û rêxistinên Kurdistanê girîng in. Divê platforma hilbijartinên li Dewletên Kolonyalîst tên li dar xistin, ji bona pêşxistina şiûra neteweyî û xurtkirina tevgera neteweyîparêz û rigarîxwaz bi kar bîne. Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê rê û rêbazeke cûda û taybet serbixwe bimeşînin. Di navbera xwe partiyên Dewleta Kolonyalîst de cûdabûneke gelek vekirî û zelal diyar bikin.

Ev mijara tê zanîn ku piştî salên 1974-an li Bakurê Kurdistanê di navbera Kurdperwweran û rêxisnên Kurdistanê de bû minaqeşeyeke gelek girîng. Tevgera Rizgarî-Ala Rızgarî gelek vekirî diyar kir ku kurd deng nedin Partiyên Dewleta Kolonyalîst ya Tirk. Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê di hilbijartinan de rê û rêbazeke cûda û serbixwe bimeşînin. Bibin xwediyê helwesteke cûda û serbixwe. Xizmetî Tevgera Neteweyî bikin û berjewendiya taybet û giştî ya neteweya kurd biparêzin.

Lê ev cûdabûn û siyaseta serbixwe ya neteweyî di nav kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê de nebû helwesteke giştî. Beşek kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê bi partiyên Dewleta Kolonyalîst ya Tirk re tevgeriyan û deng dan wan. An jî bi wan re ji bona wekîlî û şaredariyê bûn şêrîk.

Li Bakurê Kurdistanê, hilbijartina giştî ya parlamentoyê û serokkomar a Gulana 2023-an ji bona kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê bû pirsgirêk. Ew jî bû sedem ku di Doza Kurd-Kurdistanê de şêlûbûyenek çê bibe û berjewendiya neteweyî ya giştî û taybet nayê parastin. Beşek kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê siyaseteke neteweyî û serbixwe nemeşandin. Bi taynetî jî bi projeya Dewleta Kolonyalîst ya Tirk PKKê û qetlîamçêkerên neteweya kurd CHPê re bûn dûvik.

Bes Partiya Maf û Azadiyan ((HAK-PARê) girêdayî bernameya xwe neteweyî û federal a kurdî beşdarî hilbijartinê bû. Beşek kurdperweran jî dengê xwe dan HAK-PARê. Min jî dengê xwe da HAK-PARê.

Hilbijartinên Herêmî jî di 31ê Adara 2024-an de dê bên li dar xistin. Beşek kurdperwer û rêxistinên Kurdistranê dê dîsa siyaseteke neteweyî û serbixwe nemeşînin. Dê ji partiyên Dewletê re û bi traybetî jî, ji proje û aparata Dewletê PKKê re bibin piştgir û ji Doza Kurd-Kurdistanê dur bikevin. Bes HAK-PARê dê beşdarî hilbijartina herêmî bibe. Ez jî dê dengê xwe bidim HAK-PARê.

Ez hêvîdar im ku Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê divê di hilbijartinên bên de ji vê siyaseta ku xizmetî Dewleta Kolonyalîst û partiyên wan bike dest berdin û siyaseteke neteweyî ya serbixwe ku xizmetî xurtkirina Tevgera Neteweyî û berjewendiya neteweyî ya Kurd bikin.

Diyarbekîr, 04. 02. 2024

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button