Gotar

Çi bi me hat?

Çi bi me hat nizanim, lê ez dizanim gelek tişt bi serê me de hatine. Ne zeman zemanê berê ye, ne jî Kurd Kurdên berê ne. Ew zemanê ku bi nirxên merivatîyê dagirtî bû çû, û Kurd jî pê re winda bûn, winda dibin.

Şeref, xîret, rûmet, namûs, heysîyet û vîn nirxên kesayetîyê, nirxên merivantî û mirovantîyê bûn. Ev nirx berê rext û fîşekên Kurdan bûn, çek û sîlehên wan ên herî hêza û watedar bûn. Lê ew nirxên pîroz bi demê re, bi zemên re ber bi bê ketin, winda bûn û winda dibin.

Berê Kurdê ku ji bo şerefa xwe, ji bo xîret, namûs û rûmeta xwe dijîya, girtin dida ber çavê xwe, lêdan û mirin dida ber çavê xwe, ji mirinê re digot „bi wê de here“. Tiştên ku mirovan dikin mirov bêguman ev tişt in, ev nirx in. Mirovê bi rûmet pêwist e şeref û xîreta xwe di kesayetî û jiyana xwe de diparêze. Kesê birûmet ji bo namûsa xwe her tiştî dide ber çavê xwe. Namûs ne tenê parçeyek goşt e, her tişt e. Namûs ne di nav şeq û paq de ye, di poz de ye. Heke pozê meriv ji tiştan neşewite, wateya namûsê namîne. Kesê bi namûs ew kes e ku xwedîyê hest û helwestek rast e, ne bêdeng e û çi dibe bila bibe heta bi mirinê serî natewîne. Şeref, xîret, rûmet, namûs bi hev ve girêdayî ne, yek yekî temam dike û nirxên kesayetîya insên derdixin holê. Nirxên baş insan û civakan baş dike, nirxên xirab jî insan û civakan xirab dike. Mixabin îro ew nirxên me yên pîroz cihê xwe ji nirxên xirab re hiştine û wek Kurd em ne Kurdên berê ne.

Birastî çi bi me hat ez jî nizanim..

Dolheramekî wek Fatîh Altayli bi gotinên dûrî insanetîyê, bi gotinên wek “bêşeref, bêheysîyet, bênamûs” heqaretê li Şêx Saîd û mezinên me dike, em cilika bêxîretîyê dikşînin serê xwe û vê yekê jê re dihêlin.

Fatîh Altayli esasen vê heqaretê ne li Şêx Saîd dike, di kesayetîya Şêx Saîd de li temamê Kurdan dike. Komunîstên wan ên sosyalfaşîst ne tenê heqaretê li Şêx Saîd dikin, di kesayetîya wî de li temamê Kurdan dikin.

Baş e, ka ew şeref, xîret, rûmet û namûsa ku em Kurd xwe pê dipesinînin li ku ma?

Dolheramên ku kez nizane bê bezê binguhê bavê wan ji ku ye bi şev û roj di televizyonan de heqaretên mezin li Kurdan dikin, ka ew şeref, xîret, rûmet û namûsa me li ku ma?

Li bajarên wan her roj li jin û mêrên me dixin, ka ew şeref, xîret, rûmet û namûsa me li ku ma?

Diyaneta wan di bin perda îslamê de heqaretê li çand û zimanê me dike, zimanê me tune dike, ka ew şeref, xîret, rûmet û namûsa me li ku ma?

Meclîsa wan, artêşa wan, heta bi gavan û şivanên wan pêl serê Kurdan dikin, ka ew şeref, xîret, rûmet û namûsa me li ku ma?

Birastî çi bi me hat, çi bi me tê ez jî nizanim..

Xuyaye milletê ku evîndarê celladê xwe bûbe hêja û layiqî her tiştî ye. Pirsgirêk ne di Fatîh Altayli û dolheramên mina wî de ye, di me de ye. Em xirabe ne. Heger şeref, xîret, rûmet û namûs bi me re hebûya, wê ewladên zinê jî newêrîbûna navên xwe li me bikin. Lê mixabin şêr bûne nêçîra rovîyan.

Şêx Saîd effendi çi gotibû tê bîra we.

Gotibû: “Niha ezê xatirê xwe ji vê jiyana fanî bixwazim. Ez ne poşman im ku ez xwe ji bo gelê xwe feda dikim. Bes ku nevîyên min min li hember dijminên min şermezar nekin”.

Heqaretên Fatîh Altayli û dolheramên mîna wî carek din sepand ku em mezinên xwe li hember dijminên wan şermezar dikin û em ne layiqî wan e.

Baş e, ka ew şeref, xîret, rûmet û namûsa me li ku ma?

Nûrî Çelîk

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button