Nûnerên ENKSê li NewYorkê bi nûnerên çend welatên Ewropî re civiyan
ENKSê di desteya danûstandinê û cîgirê serokê opozîsyona Sûrîyê ya hêzên şoreş û dijberîyê civînan bi nûnerên hin dewletên Ewropayê re li Emerîka berî civata giştî ya Neteweyên Yekbuyî.
Îbrahîm Biro endamê desteya danûstandinê û endamê komîteya konevanî ya PYK-Sê di lêdwanekê de ji Yekiti Media re ji NewYorkê wiha got : ku ew digel endamê desteyê bi nûnerên dewletên Îrlenda û Yûnanîstanê, û ji aliyê xwe ve Ebdilhekîm Beşar cîgirê serokê opozîsyonê digel hin endamên din bi nûnerên Hollande û Astiwaniyayê re civiyan . .
Biro diyar kir ku her du şand li ser piroseya siyasî ya rawestîyaye li Sûrîyeyê, û Komîteya Destûrî û çarenivîsa girtî û revandiyan û girîngiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûrîyê gotûbêj kirin.
Herwiha Biro tekez kir ku wan nîşan dan ser rewşa Kurdî, û bi taybetî berdewamîya binpêkirinan li Efrîn, Girê Spî û Serê kanîyê û pêwîstiya vegera xelkê wê.
Biro di lêdwana xwe de berdewam kir ku ji alîyekî din ve behsa rewşa deverên di bin kontrola hêzên Sûriya Demokratîk kirin, ji piroseya xwendinê ku paşeroja nifşan wenda dike, û rewşa ewlekariyê ya xirab û danûstandinên kurdî /kurdî ku ti gav pêş ve neçûye, û dê bicivin bi hin dewletên Erebî û Tirkiyeyê re jî.
Hêjayî gotinê ku nûnerên ENKSê yek ji wan di desteya danûstandinê de ye û yê din di oposîzyona Sûrîyê de di civata giştî ya Neteweyên Yekbuyî de beşdar in.