NûçeslideUncategorized
girûpên çekdar li Efrînê du kesên sivîl revandin
Yekiti Media
Leşkerên girûpên çekdar yên bi ser rikberiyê ve du kesên sivîl roja Çarşemê 26-9-2018 li Efrînê revandin.
Li gor agahiyên ku çalakvanên Efrînê belavkirine çekdaran her yek ji Rênas Mihemed Hesen û Mistefa Cimaa Hesen ku xelkên devera Basota ne ji ser rêbenda Tirinda revandin û ta vê gavê çarenivîsa wan ne diyare.
Ji layê xwe ve encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS kiryarên girûpên çekdar yên bi ser rikberiyê ve şermezarkir.