Break newsNûçeslide

Şanda ENKSê gereke nû li Amerîka û Ewrupayê pêk tîne

Yekîtî Media
Vê çarşemê şandeke komîteya pêwendyên derve ya ENKS, bi serokatiya Kamîran Haco li Waşingtonê ligel wezareta derve ya Amerîka dicive.
Endamê şandê û sekreterê partiya Yekîtî Îbrahîm Biro ragihand ku, ewê ligel rayedarên Emerîka, li ser rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj bikin û ewê ji nêzîk ve Emerîkiyan li ser pirsa Kurd û rewşa Efrînê agahdar bikin.
Piştî civîna ligel wezareta derve ya Emerîka, şanda ENKS wê hevdîtinekê ligel rayedarên Encumena Emna Qewmî ya Emerîkî jî pêk bîne.
Şanda ENKS. piştî Emerîka, wê ligel wezareta derve ya Brîtanya, Frensa û Finlanda jî bicive.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button