Break newsNûçeslide

Şanda Herêma Kurdistanê li Miyûnixê ligel Jo Bayden civiya

Yekîtî Media
Di roja duyem a Konferansa Asayişa Miyûnixê de, şanda bilind a Herêma Kurdistanê ligel cîgirê serokê berê yê Amerîka Jo Bayden civiya.
Şanda Herêma Kurdistanê di civîna ligel Jo Bayden de ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê pêk hatibû.
54emîn Konferansa Asayişa Cîhanê li Miyûnixê bi beşdariya nêzîkî 600 serok, serkirde, siyasetmedar, parlemanter, wezîr û berpirsên cîhanê duh dest bikarê xwe kir û sê rojan berdewam dibe.
Di konferansê de behsa çendîn pirsan tê kirin, ji wan jî şerê li dijî terorê, asayişa navdewletî, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rola Yekîtiya Ewropa di pirsgirêkên Rojhilata Navîn û penaberan de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button