Break newsNûçeslide
Fêsel Miqdad: Her karekî serbazî li Efrînê, wê rastî bersivdanê ji aliyê artêşa Sûryê ve bê
Yekîtî Media
Cîgirê wezîrê derve yê Sûryê Fêsel Miqdad ragihand, ku her êrîşeke dujminane ji aliyê Tirkiyê ve, yan destpêkirina her karekî serbazî li Efrînê, wê rastî bersivdanê ji aliyê artêşa Sûryê ve bê.
Fêsel Miqdad got: “Hêzên berevaniya ezmanî ya artêşa Sûriyê amade ne firokeyên Tirkiyê bînin xwarê, eger hat û destdirêjiyê li ser axa Sûryê bikin”.
Ji aliyekî din ve, kêşeyên di navbera Tirkiyê û Amerîkaş de li ser Efrînê kûrtir bûne û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu rexneyên tund li Amerîka kir û got: “Baweriya me bi Amerîka nema ye û ew welat bi rastbêjî siyasetê nake”.