Break newsNûçeslide

Ibrahîm Biro : emê herin Cinêvê bo berevaniyê di ber pirsa Kurdî de bikin

Yekîtî Media

Serokê ENKSê û sekretêrê partiya Yekîtî Ibrahîm Biro li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê nivîsand ku ew dê roja 27ê vê mehê biçin Cinêvê daku berevaniyê di ber mafê miletê Kurd de bikin, wek nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê.

Biro tekez kir ku dê berdewam bin di danûstandinên Cinêv de ji bo cîbicîkirina mafên miletê Kurd , herweha nivisî ku daxuyaniya dawî ya kongira Riyad 2 gaveke li pêş bû li tev ku ne li gorî daxwazên miletê Kurd bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button