Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûriyê daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir ku êrîşên Îsraîlê şermezar bike

Yekîtî Media 2/11/2017

Wezareta derve ya rêjîma Sûriyê daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir, ku êrîşên Îsraîlê yên di nava axa wî de şermezar bike.

Wezareta Derve ya rêjîma Sûriyê daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir, ku êrîşên firokeyên şer ên Îsraîlê bo ser xaka Sûriyê şermezar bike.

Wezareta Derve ya Sûriyê tekez kir, ku firokeyên cengî yên Îsraîlê bi çar rokêtan êrîşî kargeheke sifirê li bajarê Humsê kirine û daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir ku wê yekê şermezar bike.

Sûriyê herwiha ji Encumena Asayişa Navdewletî xwast, ku tedbîrên pêwîst bistîne, ji bo ku ev êrîş rawestin.

Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha da zanîn, êrîşên Îsraîlê di demekê de ne ku artêşa Sûriyê serkevtinên mezin li dijî DAIŞê bi dest xistiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button