Break newsNûçeslide

Serok Barzanî dest ji karê siyasî bernade

Yekîtî Media 28/10/2017

Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îminkî ragihand, nameyek ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihiştiye destê wan û sibe wê di civîna Perleman de bê xwendin.

jêderek agahdar eşkere kir: “Bi ti awayî bingeh ji dengoya dest jikarkêşana Serok Barzanî re tine, lê Serok Barzanî razî nabe dema serokatiyê careke din bê dirêjkirin û yasaya serokatiyê bê rastkirin.”

Wê jêderê got jî: “Piştî bidawîhatina dema serokatiya Herêma Kurdistanê, wê Cenabê Serok karê xwe yê siyasî berdewam bike û bi giraniyeke bêtir wê di meydana siyasî de li Kurdistanê bimîne û wek lêvegerek ji bo pirsa Kurd karê xwe yê siyasî berdewam bike.”

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button