Break newsNûçeslide
Rêjîma Sûrî xuleke polîsan li Qamişlo bidawîkir
Yekîtî Media 21/8/2017
Serkirdayetiya hêzên polîsa parêzgeha Hesekê ya rêjîma Sûriyê, xuleke derçûna polîsan li bajarê Qamişlo bidawîkir.
Li gor hin malperên nêzîkî rêjîma Sûriyê, her yek ji parêzgerê Hesekê û serkirdeyê polîsan û efserên rêjîmê û serokên şaxên ewlehiyê û herweha ceneralê Rûsî Alêksî li ahenga derçûnê amadebûn.
Tê zanîn ku ev xula derçûyî dê li parêzgeha Hesekê xizmeta parastina asayişa parêzgehê bike.