Serok Barzanî: baştirîn çek di destê me de ew e ku bi yekrêzî bigihin armancên xwe
Yekîtî Media 1/8/2017
Di merasîma salvegera 34emîn a Enfalkirina Barzaniyan de ji aliyê rêjîma Beis ve, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir, ev deqa wê ye:
Bi navê xwedê yê mezin û dilovan
Îro ligel we salvegera rojeke pir bi êş û azar vedigerînin, ku berî 34 salan û di rojeke wek îro de rêjîma Beis heşt hezar kes yên bêguneh birin beyabana başûrê Iraqê û hemû bi zindî xistin gorê û komkujî bi ser wan de kirin. ti guneha wan tune bûn, tenê guneha wan Kurd bûn û Barzanî bûn.
Heşt hezar kes, ji zarokên 12 salî ve û ta kesên bi temenê 90 salî, hemû birin beyabana Semawa û bê serûşûn kirin û piraniya wan heta niha termên wan nehatine dîtin. Heta niha tenê termê 800 welatiyan hatine dîtin û bo cihê bav û bapîrên xwe hatin veguhastin.
Di hemû Kurdistanê de ku Enfal lê hatiye kirin, mixabin ji koma 180 hezaran heta niha tenê karîn termên 3 hezar kesî bînin. Sozê didin kesûkarên hemûyan, ku her hewlekê didin bo termên wan bînin bo cih û warê bav û bapîran.
Ev ne yekem car e ev karesat bi ser Barzaniyan ve hatiye û lê hêvîdar im ya dawiyê be, li ser Barzaniyan û tevahiya xelkê Kurdistanê.
Di salên bîstan û sîhan de gundên Barzan ketin ber êrîşa firokeyan û bo yekem car bombeya teqîner bikar hat û gelek xelk bûne qurbanî û şehîd bûn, ji ber wê demê xelkê nedizanî ku firoke çi ye, ta bizane ku teqîn çi ye û xwe jê biparêze.
Yekem car gundên Barzan gundê Barzan di sala 1892an de hatin şewitandin û her ta îro 16 caran hatiye şewitandin, jib o me cihê şanaziyeke mezin e ku Barzaniyan ti carî serê xwe ji stemkaran re danexistine.
Her ew dibistana bû û ew şêre jin bûn di demê teng de û bê pişt û penayî, lê bi vîneke polatî nehêştin ew zarok bêkes bin, jê re bûn dayik û bav û rûyên wan spî be û înşalah xwedê paya mezin bo wan bibexşîne wan, ji ber ku di rastiyê de ew nimûneya şeref û rûmeta miletê me ne.
Li vir bi pêwîstî dizanim bi navê we û xwe spasiyeke germ arasteyî xelkê Hewlêr û derdora wê, Şeqlawa, Herîr, Batas, Xelîfan, Deyana, Balekayetî û Sîdekan û hemû wan navçeyên ku di rojên biêş de hevkarî ligel kesûkarên Barzaniyan kirin û xelkê Hewlêrê jî gelek bi merdî hatin meydanê bo hevkarîkirina wê xelkê bê kes û bê serûber mane û ew stema mezin bi ser wê de hatiye. Ti carî başiya wan jibîr nakin û her xwe bi deyndarê wan dizanin.
Xwişk û birayên xweşewîst
Berê Şêx Ehmedê Mezin em fêr kirine, ku jiyan ne ew e ku bi her cureyekê be û bijîn, jiyan ew e bi serbilindî bijîn. Şêx Ebdulselam berî 110 salan ji rojhilatnasekî Birîtanî gotiye: “Pêwîst e serdanekê ji min re birêk bixin bo biçim Londonê û Padîşahê Brîtanyayê bibînim û behsa serxwebûna Kurdistanê bikim, ji ber ku ew stema li me tê kirin qebûl nakin” Şêx Ehmedê Mezin 12 salan bend û zincîr di dest û pêyan de bûn di zîndana Besra de girtî bû û kaxezek ji rêjîmê re nenivîsî. Mela Mistefa Barzanî hemû temên xwe li çiyayan derbas kir. Em Barzanî xwendekarên wê dibistanê ne û bo me şanaziyeke mezin e û peymanê didin heta sax bin li ser wê rêbazê ne.
Derbarê rewşa niha de, em dikarin bibêjin pêwendiya me ligel Bexdayê di du qonaxan re derbas bûye, ya yekem ji sala 1920an heta 2003an û ya duyem ji 2003an heta roja îro.
Di her du qonaxan de em wek xelkê Kurdistanê, ewê bi ser me de hatiye hemû karesat e, lê em amade bûn biçine Bexdayê û rûpeleke nû vekin û pêkve bi birayetî û demokrasî bijîn, lê diyar e heman ferheng li cem wan tune ye û ti sûd tune ye.
Di her du qonaxan de biryar bû em hevbeş bin, lê pişkê me di wê hevbeşiyê de ew bû, ku 4 hezar û 500 gundên me hatin wêrankirin. 182 hezar kesên me hatin enfalkirin, ku piraniya wan jin û zarok bûn. Kîmyabarankirina ji Helebce û heta Zaxo. Enfalkirin 12 hezar gencên Feylî ji 18 û heta 30 saliyê û 8 hezar Barzaniyan, ku çend nimûneyên zindî ne ji wan tawanên li hember miletê me hatine kirin.
Qonaxa duyem jî em hemû dizanin, em wek xelkê Kurdistanê me roleke me ya sereke di destûra nû de hebû û heta hat pesendkirin, lê pirs ew e hem ji bo navxwe û hem jib o derve, ma pabendbûneke Bexda bi destûrê hebû? Ne pabendî destûrê bû û ne madeya 140 cibicî kir, ji ber ku heger ew made cibicî kiriba, dibe ku gelek tişt îro nedibû. Rê li biçekirina Pêşmerge girt, ku rêkeftin li ser hebû û destûr jî dan pê daye. Dema DAIŞ êrîşî Kurdistanê kir, em rûbirûyî pirsgirêkan bûn, ji ber ku ne çek hebû û ne cebexane û wan nedihêşt ne çek bo me bê û rêgir bûn ku em bixwe çek bikirin.
Tawana ji hemû tawanekê mezintir bû, ku nanê xelkê Kurdistanê birî, heger em bibêjin ku di pirsgirêka di navbera Bexda û herêmê de şaşbûna herêmê bû, lê tawana birîna nanê xelkê Kurdistanê ti carî ne kêmtir e ji kîmyabarana xelkê Kurdistanê.
Me dît kesekî nerazî derbirî li ser wê gava şaş, ku tawanekî mezin bû. Tenê di şerê Mûsilê de jî em hemû rola Pêşmerge dizanin û heger Pêşmerge nebûya, Mûsil nedihat rizgarkirin. Mixabin ji şerê Mûsilê de û heta niha binpêkirinên mezin rû dane û em tehemula dikin û na axivin, lê em necar bûn bi çareseriyekê bigerin.
Sala borî ez bi xwe çûm Bexdayê û berî min jî bi mehekê Serokwezîrê Herêmê çûbû Bexdayê û bi gelek zelalî ligel hemû aliyekî de min ragihand, em gihêştine qonaxekê ku nabe bi hev re bijîn û baweriya we bi şeraketê nîne û ew şeraketa ku hebû şiekstî aniye û bila em aşkere bin û bi azayane bigihin wê, ku medam em nikarin bi şeraket bijîn bila em cîranên baş bin, lê ew bi cidî wenegirt û baweriya wan ew bû ku em fişarê dikin, ew ne fişar e, belkû biryar e û tevahiya miletê me biryara xwe dide û di 25 Îlonê de çarnivîsa xwe diyar dike.
Di dawiyê de daxwaz ji hemû aliyan û xelkê Kurdistanê dikim, hemû tawanên ku bi serê me hatiye bibîra xwe bînin, ji enfal û jenosid û kîmyabarana ji Xaneqîn û hate Zaxo û dema bibîr tînin, pêwîst e wijdana me li ser me ferz bike ku yekrêz bin û baştirîn çek di destê me de ew e ku bi yekrêzî bigihin armancên xwe.
Dubare tekezî li ser wê dikim, niyaza me ew e bi xweşî û jihevtêgihêştin ligel Bexdayê bi guftûgo bigihin encamê û em ti bîr li şer nekin, berûvajî wê armnca me rê li şer bigirin û ji ber wê hêvîdar in welat û dostên me ji rewşê têbigihin û piştevaniya me bikin û hanê me û Bexdayê bidin, bi hev re bigihin çareseriyekê û em Bexda bibin cîranên baş û bi xweşî bijîn.
Dubare silav bo giyanên pak ên şehîdan û zor spas bo amadebûna her aliyekî.