Break newsNûçeslide
Barzanî: Ti paşvekişandinek di pirsa serxwebûnê de nîne
Yekîtî Media 7/7/2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzan ragihand, ti paşvekişandinek di pirsa serxwebûnê de nîne.
Serok Barzanî di hevdîtinekê ligel ajansa “Reuters” got: “Dixwazin bi awayekî diyalog ligel Bexdayê û hêzên herêmî serxwebûnê bidest bixin û naxwazin tûşî şer bibin.”
Got jî: “Çaverêyî wê dikin, ku dengê ‘Belê’ di referandûmê de biser bikeve.”
Derbarê pirsa Kerkûkê û navçeyên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn de got. “Xelkê Kerkûkê di referandûmê de çi biryarê bidin, pêwîst e rêz li wê biryarê bê girtin.”