Break newsNûçeslide
Li Qamişlo mangirtinek ji bo eliktrîkê
Yekîtî Media 28/6/2017
Li bajarê Qamişlo, hejmarek ji welatiyên taxa Xerbî bi mangirtinekê derketin li nêzîkî Hîzamê û li rex dergehê Nisêbînê yê sînorî li bajarê Qamişlo roja çarşemê 28ê cehzêranê.
Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, ku asayişa PYD çend gule bi asman ve berdan da ku mangirtinê ji hev bixin.
Tê zanîn ku rêveberiya PYD ev bûye 20 rojin eliktrîk li ser malên wan welatiyan qutkiriye.