Break newsRaportslide

Kirîza sotemeniyê li Hesekê aloztir dibe

Yekîtî Media 23/6/2017

Bajarê Hesekê di kirîzeke nebûna sotemeniyê de dijî, û ev kirîz aloztir bûye bi nêzîkbûna cejna remezanê, ligel gotbûna elkitrîkê li ser bajêr bi şêweyekî temam her 24 demjimêrên rojê.

Di encama Kirîza sotemeniyê li Hesekê gelek ji motorên eliktrîkê yên taxan hatin rawestandin, herweha turumpêl bi hejmarek mezin li pêşiya kaziyan kom bûn ji bo ku sotemeniyê bidestxînin.

Tê zanîn ku rêveberiya PYD li bajêr biryarek dabû ji bo qedexekirin firotina sotemeniyê bi rengekî azad, lê hîn çend kesên ku bi PYD ve girêdayî ne sotemeniyê difroşin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button