Break newsNûçeslide

Li gundê Tel Marûf yê gundewarê Tirbe Sipiyê teqînek rû da

Yekîtî Media 23/6/2017

Roja pêncşemê, 22ê cehzêranê, bombeyeke çandî li gundê Tel Marûf yê gundewarê Tirbe Sipiyê teqiya.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Tirbe Sipiyê, ew teqîn çêbû dema ku motorek derbasbû ku 3 endamên YPG lê siwarbûn.

Di encama wê teqînê de, her sê endam birîndar bûn û birîna yekî ji wan giran bû û hat veguhestin ji bo nexweşxaneyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button