Break newsNûçeslide
Heşda Şe’ibî hewl dide li navçeya Xaneqîn ya kurdî bi cih bibe
Yekîtî Media 13/4/2017
Heşda Şeibî dixwaze li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê ku navçeyeke kurd e, baregehekê ava bike.
Hat zanîn ku Heşda Şeibî, ferman daye endamên xwe yên li Kerkûkê ku li navçeya Xaneqînê baregehekê vekin.
Herwiha derket holê ku Heşda Şeibî gef li rayedarên xwe xwariye, eger ev ferman neyê pêkanîn, ew dê milîsên xwe yên ku ev daxwaz bi cih ne anîne, bişîne deverên ku şer lê didome.