Break newsNûçeslide
Hejmara penaberên Sûrî li welatên cîran 5 melyon kes derbas kiriye
Yekîtî Media 30/3/2017
Netewên Yekgirtî ragihand, hejmara penaberên Sûrî yên li welatên cîran, 5 melyon kes derbas kiriye.
Komisyona Karûbarên Koçberan ya NY eşkere kir, hejmara Sûriyên ku ji welatê xwe bi sedema şer û pevçûnan derketine û niha li welatên hevsînor wek Tirkiyê, Libnan, Urdin û Iraqê 5 melyon kes derbas kiriye.
Heta dawiya sala 2016an, hejmara koçberên Sûriyê dora 4.8 milyon kes bû, lê ji destpêka îsal ve ev hejmar zêde bûye.