
Break newsNûçeslide
Rêxistina Asûrî girtina nivîsgeha rêxistinê li Hesekê şermezarkir
Yekîtî Media 16/3/2017
Rêxistina Asûrî ya dîmokrasî girtina nivîsgeha xwe ya li Hesekê ji bal asayişên PYDê ve roja 15ê adarê bi tundî şermezarkir.
Rêxistina Asûrî di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ji sala 1957an de hatiye damezirandin û xebata jibo dîmokrasiyê û bidestxistina mafên rewa yên miletê Siryanî Asûrî dike, lewre ew jibo berdewamkirina karê xwe rêdanê ji desthilata PYDê ya ne rewa naxwaze, çiku ev desthilat bi hêza çekan xwe li ser miletên vê deverê sepandîye.
Herweha di daxuyaniyê de hat ku ev kiryarên wisa metirsiyaeke mezin li nik miletê Siryanê Asûrî ji paşeroja wan li vê deverê di-afirîne.