
Break newsNûçeslide
Çekdarên PYDê êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî li Qamişlo kirin
Yekîtî Media 14/3/2017
Li Qamişlo navenda Partîya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê grûpeke ser bi çekdarên PYDê ve rastî êrîşê û hewla şewitandinê hat.
Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, grûpeke ser bi çekdarên PYDê ve bi 2 otombîlan êrîşî navenda partiya Yekîtî li taxa Al-Siyahî li bajarê Qamişlo kirin û kelûpelên di nav navendê da şikandin û agir berdanê.
Li gor zanyariyan, welatiyan û cîranên li derdora navendê û berî ku agir bi awayekî berferh belav bibe, vemirandin.