Break newsNûçeslide
Hêzên Pêşmerge 5 şervanên YBŞ serbest berdan
Yekîtî Media 5/3/2017
Hêzên Pêşmerge li Şingalê 5 endamên yekîneyên berxwedana Şingalê YBŞ yên girêdayî PKK serbest berdan, piştî ku hatibûn hêsîrkirin di şerê nahiya Sinûnê de roja îna bûrî.
Ew her 5 şervanên ku hatibûn binçavkirin ji Kurdên êzîdî ne, di şerê ku di navbera hêzên pêşmergên roj û hêzên girêdayî PKK de ku li Xanîsorê qewimî roja 3ê adarê hatin dîl girtin.