
Break newsNûçeslide
Li gundewarê Girkê legê termekî nenas hat dîtin
Yekîtî Media 19/2/2017
Sibeha doh şemê, termekî nenas li nêzîkî gundê Erûr yê gundewarê Girkêlegê hat dîtin, girûpekê ji gundiyan ew term dîtibûn û piştre salox dabûn asayişa PYD ku ew term veguhestin nexweşxaneya Selam dûvre hat veguhestin bo nexweşxaneya Dêrikê ya niştimanî.
Jêderekî ji nexweşxaneya Dêrikê ji Yekîtî Media re ragihand , ku ew termê yê ciwanekî ye ku temen nêzîkî 20 salî di encam derbekê li ser serî jiyana xwe ji dest daye lê tu belge pêre nehatin dîtin.