Break newsNûçeslide
Asayişa PYD Ismaîl Welî endamê rêxistina gundewarê Amûdê ya partiya Yekîtî serbest berda
Yekîtî Media 3/10/2016
Asayişên partiya yekîtiya demoqrat PYD Ismaîl Welî endamê rêxistina gundewarê Amûdê li gundê cewheriya serbest berda.
Doh yekşemê, Asayişan Ismaîl ji dêvla birayê wî Hewas binçav kirin dema ku êrîşî mala wan kirin û hewas ne li mal bû.
Binçavkirina Ismaîl ji hêla asayişan ve bi behaneya ku kurê Hewas salih Welî ji leşkeriya bi zorê ya ku PYD li ser welatiyan sepandiye reviya ye hate bi cî kirin.