
Break newsNûçeslide
Kolîcên zanîngeha Ferat li Hesekê dimînin û ezmûn piştî cejna Qurbanê ne
Yekîtî Media 9/9/2016
Serokatiya zanîngeha Ferat li Hesekê biryar da ku kolîcên zanîngehê yên li bajarê Hesekê bimînin û piştî cejna Qurbanê dê ezmûn dest pê bikin.
Endamê meclisa êlên kurdî û meclisa parêzgeha Hesekê Cemal Xelef Biro ji Yekîtî Media re ragihand, ku wan pêwendî ligel Dr. Necim Himêdî serokê şaxê zanîngehê li Hesekê kirin, herweha ligel desteya perwerdeyê ya PYDê, û herdû alî li avahiya kolîca çandinyê civandin, û di encamê de li ser radestkirina kolîcên zanîngehê li Hesekê ji bo serokatiya zanîngehê rêkeftin.