Break newsNûçeslide
Ji bo şermezarkirina girtina serokê ENKS ê partiya Yekîtî ya Kurd bi mangirtinekê li Qamişlo derket
Yekîtî Media 13/8/2016
Li bajarê Qamişlo bi dehan kes ji endam û alîgirên partiya Yekîtî ya Kurd li pêşiya nivîsgeha partiyê bi mangirtinekê derketin ji bo şermezarkirina girtina serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd Ibrahîm Biro ji rex hêza asayişê ya girêdayî partiya Yekîtiya Demokrat ve PYD.
Îro li Qamişlo demjimêr 7:24 , asayişa ser bi partiya Yekîtiya Demokrat ve PYD mamoste Ibrahîm Biro serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd binçavkir , û ew berve cihekî nenas ve bir.