
Break newsNûçeslide
Di serdaneke nageh de wezîrê berevaniya Rûsyayê hat Şamê
Yekîtî Media 19/6/2016
wezîrê berevaniya Rûsiya Sêrgî Şwîgo serdana Sûriyê dike û Beşar El-esed pêşwaziya wî li Şama paytext dike , alavên ragihandina rêjîmê diyar kirin ku di wê serdanê de Şwîgo nameyek ji serokê welatê xwe Fladîmêr Pûtin radestî Beşar El-esed kir û behsa şêweyên leşkerî di navbera hêzên wan û rêjîmê de kirin bêyî ku tu zanyariyên zêdetir eşkere bikin.
ji aliyê xwe ve wezareta berevaniya Rûsiya ragihand ku serdana wezîrê wan ji bo rewşa leşkerên welatê xwe li pêgeha Himêmîmê bişopîne.