Du Esayiş di encama teqînekê de li Hesekê birîndar ketin
Yekiti Media
Di encama teqînekê de du endamên Esayişa partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD di roja Şemiyê 15-6-2019 li bajarê Hesekê birîndar ketin.
Hin çalakvanan li bajarê Hesekê diyar kirin ku li nêzî navendeke Esayişên PYD motosîklek bumbe kirî li taxa Eltelaa ji dor ve hate teqandin û di encamê de du Esayiş birîndar ketin.
Heman çalakvana balkişandin ku wê teqînê ziyanên darayî gihand firoşgeh û malên wê taxê lê qurbanî ji bilî herdû Esayişan negihşt tu kesî.
Tê zanîn ku piştî bi dawî kirina rêxistina DAIŞ ji hêla QSD û hevpeymana navdewletî ew rêxistin bi karê teqîna radibe.