Zimanê Dayikê Şêrîn e
Zimanê dayika kurdî, çima bêdeng û fîxan e ?
Li warê bav û bapîran, penaber û perîşan e
Ji helbestan, ji romanan, ji çîrokan, çima dûr e
Çima şano diyar nabin, çima bê nirx û guhdan e
Keç û lawên te yên comerd, ji xelkê re çi zana ne
Zimanên wan bi pêş xistin, çima zarê xwe hêlane
Me çendîn berhemên bala, bi zarên wan durist kirne
Zimanê dayika şêrîn, ne tevdîr e, ne serdan e
Zimanê me ji dolmendên zimanên ser zemînê ye
Hezarên pirs û peyvên wî di nav kurdan neîsane
Cezîrî û Ehmedê Xanî, li xaka xwe biyanî ne
Ked û karên sedên salan, bi avê re me berdane
Fidakar û ceger-sojan, dil û can dan bi qurbanî
Dirûd û sed sipasdarî, ji bo mîrên Bedirxan e
Tenê ew têne bîranîn, li aheng û di helkeftan
Tu kes nabêje ew kî ne, ji bil wan çende-rojan e
Hewar û sed hezar axîn, ji derdê hîz û xemsaran
Kesên xemxor û perwer bin, dibêjin şêt û şeyda ne
Ji ber karên sitemkaran, zimanê me ji me dûr e
Di gel xakê û dîrokê, di bin destê nemerdan e
Dixwin saman û zêrên min, kurên Medya biyanî ne
Ji kiryarên tewankaran, bider mane li çola ne
Welatê min dixwazim ku bi mizgînî ji te`r bêjim
Felek îro bi me`r gerya, nema ew çerx û dewran e
Kurên Kawa serî hildan, ji nava çerx û dîrokê
Qelen xwîn dan bi erzanî, di ber nirxên di kurdan e
Zimanê xwe vejîn kirne, kilît arê dil û can e
Silav û rêz û sed hurmet, ji bo camêr û merdan e
Di ber rûmet û xakê de, hemû tiştên buha dane
Bi mal û can û xwîna dil, bi comerdî tu av dane
Metirse Dayika Kurdî, nema êdî dibî wenda
Bi rojê re tu dê hil bî, nema sawêr û goman e.
Şiyar Silêman