YNKê, di avakirina hikûmetê de gor demokrasî û hiqûqê tevnagere
Îbrahîm GUÇLU
Li Herêma Federe ya Kurdistanê di 20-ê Cotmeha 2024-an de hilbijartin di dîlana demokratîk û aşitî de encam da. Di hilbijartinê de her çiqas gelek terefan dixwestin ku bûyerên nexweş û prowokasyon pêk bên; lê hêzên ewlekariyê û bi taybetî jî hêz û partiyên siyasî yên ji bona berjewendiya Herêma Federe ya Kurdistanê xebat dikin û berjewendiya neteweyî ya bi giştî diparêzin, îzin nedan bûyerên nexweş û prowakasyonan.
Di şertên demokratîk û aşitîxwaz de encamdana hilbijartinê hemû kurdên li dinyayê û kurdên hemû çar beşên Kurdistanê û dostên Kurdan gelek kêfxweş kirin. Di heman dem de yekemîn bûna PDKê jî hemû kurd û dostên kurdan kêfxweş kirin. Lewra qezençkirina PDKê li qezenca Herêma Federe ya Kurdistanê, ji bona ewlakariya Kurdistanê, pêşketina Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistanê, pirsgirêkên di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê gelek girîng hat şirove kirin.
Encama hilbijartinê parlamenter hatin hilbijartin. Parlamenter endamê Mecclîsê ne. Bi hev re dema civîna yekem çêkirin, Meclîsê teşkîl dikin. Beriya Meclîs jî bicive partiya zêde dereng girtîye û xwediyê zêde parlamenteran e, mafê wê partiyê ye ku Hikûmetê ava bike. Di encama hilbijartinê de jî partiya ku piraniya dengan û parlamenteran li Herêma Federe ya Kurdistanê qezenç kiriye, PDKê ye. Loma jî ew xwediyê maf e ku Hikûmetê ava bike. PDKê ji bona ku nikare bi serê xwe Hikûmetê ava bike, ku 39 parlamenter qexzenç kiriye, divê Hikûmetê bi sîstema koalsıyon û tîfaqê ava bike.
Loma jî PDKê di destpêkê bi YNKê û bi hemû partiyên ku nûnerên wan di parlamentoya Kurdistanê de hene re pêdest bi pêwendî kir.
Encama hilbijartina demokratîk pirsgirêke nivî-nivî jî çarser kir. Gel got ku ev ne rast e. Divê dema koalîsyon jî ava bibe, divê her partiyek gor hejmara parlamenterên xwe bibe xwediyê weziran.
Gelek zelal bûye ku ‘’PDK vê carê peyam û mercên ji bo pêkanîna hikûmetê aşkera dibêje û topê davêje nav qada YNKê, eger YNK daxwazên ‘Yek Herêm, Yek Parlamento, Yek Hikûmet û Yek hêza Pêşmerge raziye, wê demê PDK dê pêşwaziyê li wan bike û li gor mafê kursiyên helbijartinê dê kursî bide wan, eger razî nîne, wê demê jî bi piştrastî PDK wek berê qebûl nake.’’
Piştî pejirandina encamên helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, PDK ku xwediyê 39 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ye û di helbijartinan de bû partiya yekem û 16 kursiyan ji partiya duyem zêdetire, dest bi serdana aliyan kir. Lê di heman demê de YNK jî bangeşeya wê yekê dike ku derbarê pêkanîna hikûmetê de serdana aliyan dike.
Vê derbarê de rojnamevan Soran Ezîz di tora xwe ya civakî facebookê de dibêje ku
‘’PDK serkeftiyê helbijartinê ye, lê YNK diçe bo gel aliyan û civînan li gel wan dike!”
Herwaha ev yek wek Sosreta piştî helbijartinê da diyar kirin..
Herwaha ji aliyê din ve parêzer û çalakvanê siyasî Bextewer Sepan ji BasNewsê re ragehand, PDK nêzîke ji bo pêkanîna hikûmetê û li gel hin aliyên din ên Kurdistanî fikir dikin û dûrin ji hizrên cehştiyê û ser bi wê mekanîzmayê nîn in li dijî pêkhateya Kurdistanê ne, li gel wan PDK pir dûr nîne bo pêkanîna hikûmetê û tenê 4-5 kursiyên din bese ku bê YNKê hikûmetê pêkbîne. Li hember wê YNK ne ku pir dûre ku bikare hikûmetê pêkbîne, em dikarin bibêjin di xewnên xwe de jî nikarin hikûmetê pêkbînin û herçend Bafil Talebanî jî wekî zarokan fikir dike, lê wê rastiyê jî dizane ku ew kevirê ku dest avêtiyê nikare rabike.
Herwaha Bextewar Sepan xeteriyekê nîşan dide û dibêje ku: ‘’YNK dixwaze PDK ti deriyekî wê nemîne û bi naçarî berê xwe bide wan, ji ber wê jî gefan li wan partiyan dixwe ku bixwazin li gel PDKê hikûmetê pêkbînin. Ev yek di dema bangeşeya helbijartinan de me dît, dema Bafil Talebanî got, dûvikên PDKê em li Silêmaniyê derbixin. Herkes jî dizane, her aliyekî li gel PDKê hevpeymaniyê bike, YNK navê wî datîne dûvikê PDKê.’’
Ew helwesta YNKê li dijî demokrasî û hiqûqê û edet-edeba siyasî ye. Li dijî berjewendiya Herêma Federe ya Kurdistanê û berjewendiya neteweyî ye. Di heman dem de li dijî berjewendiya YNKê û xeta Mam Celal e. Rê ji hêzên derve re vedike ku destwerdanê bikin. YNKê jî mecbûr be ku xwe bi wan bigre.
Divê YNKê dev ji vê helwesta xwe berde. Pêşiya avakirina Hikûmeta Kurdistanê negre. Pêşniyarên PDKê ji bona bernameya Hikûmetê pêşkêş dike gelek girîng û dîrokî ne, qebûl bike, avakirina hikûmetê dereng nexe. Lewra ji bona Kurdistanê xizmetên mezin li benda hikûmetê ye.
Heger pêşniyarên ji terefa PDKê hatişye kirin nepejirînbin, bila bibin mixalefet. Lewra di demokrasiyê de mişxalefet qasî hikûmkirinê girîng e.
Diyarbekîr. 22. 11. 2024