Gotar

Xwezî serokên me jî wek serokên Filistînî bûna

Tiştek bê bedel, bê berdêl tuneye. Kesê here masîyan wê şil bibe. Kûçik hestî dixwe lê hesabê qûna xwe dike. Yan wek dibêjin, bi xwezîya meriv nagihê baqê kezîya. Heta meriv kedê nede, berdêlê nede, tênekoşe û destê xwe neke bin kevir, meriv bi ser nakeve û nagihê meqsed û miradê xwe.

Her çiqasî ez ji Filistînîyan hez nekim jî, her çiqasî Filistînî ji Kurdan hez nekin, hevalên Saddam Hisên bin û destê wan ketibe xwîna Kurdan jî, berxwedana wan, canfedayî, kedkarî û fedakarîya wan min dihesidîne. Di doza xwe de xwedî hest û helwest in. Bi ser ku bi deh hezaran cangorî bûne, bi ser ku bi dehan rêber û serokên wan hatine û tên kujtin, di doz û armanca xwe de xwedî biryar û xwedîyê hest û hişmendîyek tebût in.

Ez naxwazim li ser kujtina Îsmaîl Haniye rawestim. Ji ber li Rojhilata Navîn kes nizane bê destê kê di bêrîka kê de ye û herkes dikare herkesî bi hêsanî bifroşe. Tiştê ez dizanim Îran di komplo, di kujtin, di neyartîya bi dostanî de zîrek e û kujtina Haniye jî ne dûrî dek û dolabên Îranê ne. Kujtina Simkoyê Şikakî, Qasimlo û Şerefkendî rûyê Îranê û siyaseta melayên Tehranê bi zelalî radixe ber çav. Mebesta min hişmendî, fedakarî, hest û berdêlên Filistînîyan û Îsmaîl Haniye ye. Yan na, wek dibêjin herkes li ser mirîyê xwe digrî.

Damezrênerê Hamasê Şêx Ehmed Yasîn ê Filistînî gelek gotinên xweş û di cîh de gotibûn. Divê bi taybet meriv li ser du gotinên wî raweste. Yek jê gava Îsraîlî wî digrin û derdixin dadgehê, Yasîn bi ser dadwer diqêre û dibê „Ev dadgeh bi qanûnî ne xwedîyê wê desthilatdarîya ku min darizîne, ji ber ev dadgeh ji alî dagîrkeran ve hatiye sazkirin. Ji ber vê ne qanûnî û ne meşrû ye“. Gotina duyem jî dibêje, „me li ber xwe da, me xwe avêt pêş û em nerevîyan„.

Li vir rêvebir û serokên me yên bakur hat bîra min. Wextekî wan jî kêm-zêde li ber xwe da, xwe da pêş lê mixabin wek serokên Filistînî li qadê neman, xwe pûç kirin û revîyan. Destên xwe nexistin bin kevir û îro jî nakin. Bi qasî serokên Filistînî ji bo doza xwe fedakarî nekirin, bedel û berdêl nedan, nadin û xuyaye ji îro û pê de jî wê nedin. Wek serokên Filistînî can û malê xwe, mal û zarokên xwe nekirin qurban, nakin jî. Hest û hişmendîya wan tenê di serê zimanê wan de ye, tenê bi gotin û lavelavê xwe didin pêş, tenê di şîn û şahîyan de tên dîtin. Aha ferqa serokên me û serokên Filistînî ev e. Wan li ber xwe da, li ber xwe didin. Wan xwe dan pêş, xwe didin pêş û nerevîyan, narevin. Ê me jî berevajî ye.

Îsmaîl Hanîye piranîya zarok û malbata xwe winda kir, lê poşman nebû û canê xwe jî li ser kir. Hesta netewî ev e, helwest ev û hişmendîya netewî ev e. Bedel e, berdêl e, fedakirina can û mal e. Bi qasî tofana hatiye serê Kurdan, hatiye serê Filistînîyan jî. Lê wek me Kurdan ji doza xwe, ji armanca xwe, ji mirina xwe gav paşde neavêtin. Em hem wek millet, hem jî wek rêvebir û partîyên bakur, di vî warî de teqinîne, ji doz û armanca xwe dûr, ji xewn û xeyal, ji hêvîyên xwe sar bûne. Siyaseta şaş, şerê bê armanc, helwestên bê wate, hişmendîya hêsîr, rê li ber me û civaka Kurd winda kiriye. Em bûne wek masîyên bejî, av li ser me ziwa bûye û ketine ber sikrata mirinê. Em ketine behrê û ji bo azadîya xwe destê xwe li her tiştî dipelînin, çi têkeve destê me em xwe pê digrin. Çi fikir û îdeolojî tê ber me em li dora wê dizîzikin, mest û gêj dibin. Çi ol û mahwermendî tê ber me em pê bi zikir û edrê dikevin. Yanî, em bûn her tişt, lê em nebûn Kurd.

Aha ferqa me û Filistînîyan ev e. Wan xwe bi doz û armanca xwe girt û wek Filistînî man. Em jî ji doz û armanca xwe, ji nirx û pîrozîyên xwe dûr ketin, dûr dikevin û bûn Kurdên seqet û lenger wesselam…

Nûrî çelîk

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button