Gotar

TEQASA DÎLAN

Di encama guftugoyên dûr û dirêj de,
di navbera Hamas û dewleta İsrail de,
li ser radestkirina dîlan lihevhatin pêk hat.
Li hember 3 heb hemwelatîyên İsrail,
90 heb dilên Hamasê hatın serbestberdan .
Di sala 2003 an de,
Li Almanya yê,
di navbera girtîyên Fîlistînê û dîlên İsrail de,
carek din veguhêstına dîlan pêkhatibu.
Wê demê ji,
li hember 3 leşkerên İsrail,
300 heb girtîyên Filistînîyan hatın serbestberdan.
Buyerek cihêreng bu,
Di nav wan 300 girtîyên ku,
ji alîyê Filistinîyan ve azadkirina wan dihatin xwestin,
kujerên Dr.Sadik Serefkendi û hevalên wî ji cîhgirtîbun.
Tê zanîn, Sekreterê Partîya Demokrat Kürdistan’a İranê Dr.Sadık Şerefkendî,
tevî 3 hevalên xwe,
li Berlînê ji alîyê sixûrên dewleta İranê ve hatibun şehîdkirin.
Di nav terorîstan de,
bi navê Abbas Rhayel û Ebu Cafer,
du heb endamê Hizbullah’a Lubnanê jî hebun
Teqas, li Almanya yê pêkhat.
Gelo jîyana Filistînîyan çıma weha erzan,
ya İsraîl’iyan çima ewqas buha ye?
Divê mîrov li ser wî bazırganîya neberamber raweste .
Min di zarokatîya xwe de, Radyo ya Rewanê gohdardikir.
Di bernameya radyoyê de çarîgek weha tim dihat dubarekirin:

“Ew çar bun
em çil û çar bun.
Me li wan da
Wan li me da
Wan li me da
Me li wan da
Di encam de,
Ew man çar,
em man çar.”

Gelo,
dema mîrov encama êrışa Hamasê ya
7 Oktobera 2023’de li dij mîrovên sivîl pêkanîbu binîrxîne,
ne bı gor wî çarîga Kurdî ye?
Buhayê 3 dîlên İsrail, beramberê 90 heb Filistînê ye.
Buhayê 3 leskerên İsrail,
beramberê 300 mîrovên Filîstînê ye.

Bı gor min,
ew newekhevîya kambax,
tenê bı serê xwe trajedîya Rojêlata Naverast destnîşan dike.

Ömer ÖZMEN

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button