Gotar

Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber!

Di van salên dawî de, Esed, metodek taybet, bi ekîbekî taybet yên nêzî xwe, weke aktorên aborîrîyê hilbijartîye û bi wan re dixebite. Ev aborî ji dervê qeydê ye û di astek tarî de ye. Di vî warî de pir guman hene ku karê narkotîkê, firotina beşên laşê mirovan û paqijkirina pereyên reş bingeha vê aborîya ji dervê qeydê derdixe ber me.

Nêrîn Belav bike

Li Sûrîye şerê navxweyî yê rejîmê di 15ê Adara 2011an de destpê kir. Li gor îro ev 13 sal 5 meh zêdetir di ser vî şerî re derbas bûye. Di seranserê dirêjaya şer de diravên Sûrîyeyê ji % 99 qîmet wenda kirîye. Dahatên fermî yên xaka Sûrîyeyê hemû hilweşîyan e.

Ev çawa dibe ku dewleta Sûrîyê û rejîm ji hêla aborî, leşkerî û tendurustîyê de liser ling dimîne? Ezê di vê nivîsê de, vê mijarê bişopînim bê ka çi derdikeve ber me.

Xerameta vî şerê navxweyî yê Sûrîyeyê pir giran derbas bûye û hîn jî dibe. Di vî şerî de heta niha 13 milîyon rûniştînerên herêmê cîh û warên xwe terikandine, an jî cîh guhertine. Beşek ji vê hejmarê herêm guhertine, beşek derketine welatên cîran û derdorê, beşek derbasî Ewrûpa bûye.

Ji % 45 bajar, bajarok û gundên navçeyên Sûrîyeyê hilweşîyane. Divêtîya 14 milîyon zarok-jin, kal-pîr û mirovan bi alîkarîya mirovî a lezgîn heye. Sîstema tenduristîyê û perwerdê li gelek heirêman hilweşîya ye û tiştên ku hene jî korsan dimeşin. Çawa dibe bi qasî ku ev bîlanço derdiketîye ber me, Sûrîyê wek dewlet heye? Ev xal pir balkêşe!

Peymana Encûmena Ewlekarîyê ya yekalîkirinê a NY ji bona Sûrîyê, ku bi madeya 2254 têd binavkirin jî bê wate maye. Ti bandor û çalakbûna wê nemaye. Normalîzekirina pirsgirêkên Sûrîyeyê ewqes mezinin ku, ti hêz xwe nadin ber berpirsîyarîyê.

Dema ku em bandora şerê navxweyî yê 13 salan, a di qada navnetewî de bînin ber çavan; Di nav vê bandorê de zêdebûna pêlên penaberan, îhtîmala boranên mirovahî ku hîn xirabtir û pêlên nû yên hebûna hêzên radîqal yên îslamîst û gelek foktorên din yên cûda cûda hemû işaretên sebebên pêlên qeyranên nû ne. Di nav vê borana qeyranan de Beşar el-Esed çi tedbîr stendine? Ji bona ekonomîya şer, bi kîjan qadroyan van karên heyî dimeşîne? Ev pirsanan yeko yeko li ber lêkolîn û analîzê ne.

Di van salên dawî de, Esed, metodek taybet, bi ekîbekî taybet yên nêzî xwe, weke aktorên aborîrîyê hilbijartîye û bi wan re dixebite. Ev aborî ji dervê qeydê ye û di astek tarî de ye. Di vî warî de pir guman hene ku karê narkotîkê, firotina beşên laşê mirovan û paqijkirina pereyên reş bingeha vê aborîya ji dervê qeydê derdixe ber me.

Împaratorîya Metamfetamînê!

Madeyek xoşber eLi Afganîstanê têt texmînkirin ku rojane 4 ton Metamfetamîn têt berhemkirin. Metamfetamîn, cûreyek ji madê xoşbere ku navenda (MSS) sîstema mejî dixe bin bandora xwe. Ji bona hêzên terorê û şervanên wan madeyek ku her di asta leşkerî û boyerên xwekujtinê de têt bikaranîn. Kesên ku vê madeya Xoşber digire  ‘‘bi xwe bawerîyek pê re çêdibe û wêrek dibe“ (!) Ev jî ji bona bandor û împeratorîya dewletên wek Îranê, Tirkîyeyê û hêzên terora îslamê, ev madeyê xoşber, digihêje astek girîng.

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûrîyeyê re bezirganîya vê madeya hoşber, yani di seranserê dirêjaya 13 salan de ji %187 zêde bûye. Ev îdîayên fermî ne. Lê îstatîstîkên ne fermî du qat zêdetir dide nîşan. Li bakurê Kurdistanê, Tirkîye, Îranê, Başûrê Kurdistanê û Îranê, Sûrîyê, Libnanê, Dewletên Kendavê de, di nav gel de belavbûna vî madeyê hoşber gihîştîyek astek metirsîdar. Bi karanîna vî madeyê xoşber di nav zarokên 11-12-13 salî de gihîştîye astek ku malbatan tehdît dike.

Ev bezirganî mala kê xera dike û kê xwedî dike?

Li gor hişyarîyê ku Emerîka dide, Rojhilata Naverast bûye navenda bezirganîya madeyên xoşber û gihîştîye astek metirsîdar. Di van xetên madeyê xoşber de bi mîlîyaran dirav tên berhevkirin û dibe çavkanîyek a diravên reş, ku aborîya gelek welatan jî tehdît dike. Di vê xeta trafîka madên xoşber de hinek dewlet, raser ev bezirganî ji xwe re kirine kar û ev kar di asta dewletê de têt meşandin. Ji van welatan Afganîstan, Tirkîye, Îran û Sûrîye û hêzên wekaletê ku bi van dewletan ve têkildar, di serê lîstê de ne ku; ev dewlet, bi perên reş û bezirganîya madeyên xoşber xebatên xwe yên paramilîterî û terorê dimeşînin û fînanse dikin.

Sûrîyê û hêzên Îranê yên li herêmê, ji terefê Yekitîya Ewrûpa, Emerîka û welatên ereban yên Kendavê de bi peydakirin, çêkirin û firotina van Madeyên xoşber yên wek Metamfetamîn û amfetamin captagon têt sûcdarkirin!

Li gor çavkanîyên Urdunê û yên Îstîhbaratên herêmê; ‘‘li başûrê Sûrîyeyê bezirganê madeyê xoşber Remsan beşdarî nav milîsên bi ser Îranê ve bûye û bi îranê re têkildare û ji bona vê bezirganîyê bi sedan bargirên Bedewîyan girtine nav xwe.“ Li Urdunê di derheqa bezirganîya madeyê xoşber de, ‘‘li Remsan doz vebûye û di derheqa wî de biryara dardakirinê hatîye dan.“ Lê di nav milîsên bi ser Îranê ve têt parastin û karê xwe yên bezirganîya madeyên xoşber dimeşîne.

Urdunê 3 caran bi mebesta ku madeyên xoşber bardike û neqil dike, belafirên bê pîlot xistine. Ev jî îspat dike ku balafirên bê pîlot ji bona vî karî tên bikaranîn.

Urdunê, du kargehên çêkirina madeyên xoşber yên bi ser Îranê ve yên li başûrê Sûrîyeyê bombe kirîye. Di van êrîşên hawayî de kargehek Madeyê xoşber ji holê hatîye rakirin û di bomberanê de du kes jî mirine. Ev kargeh, li başûrê Sûrîyeyê parêzgeha Deraa bû. Li gor lêkolînerê madeyên xoşber Ryan Marouf, ev  ‘‘mala ku wek kargeh dihat bikaranîn a bezirganê madeyên xoşber Remsan bû, ku bi bombebaranê hatîye hilweşandin. Ev mal di armanca bezirganîya madeyên xoşber û dan û setndina diravên reş, wek cîhê hevdîtinê jî dihat bikaranîn. Evder bi îranê û Hizbûllaha Libnanê ve têkildar bû.“

Îstîhbarata Ummanê dîyar dike ku‘‘ev bezirganîya Sûrîye, Îran û Hizbûllah a medeyên xoşber ji terefê artêşa Sûrîyeyê de têt parastin.“(!)

Ev sîstema aborîya bezirganîya madeyên xoşber, ku hatîye sazkirin; bi destê rejîma Sûrîyê, Îran û Hizbûllahê ev organîzasion hatîye veşartin jî û ji terefê opozîsyonê û qada navnetewî de jî hatîye piştguhkirin. Ev beş bi tena serê xwe divêtîya wê bi lêkolîn û analîzek bingehîn heye.

Esed li dora xwe çi sîstem ava kirîye ku vê aborîya bê çavkanî û reş dikare bimeşîne?

Ev sîstema ku Esed avakirîye; bi demê re kirîye ku rejîmê li ser piyan bihêle. Lê rejîm nikare piştrast bike ku ev diravên ku bi milîyar dolaran diherikin Sûrîyê ji kîjan çavkanîyan tên!

Sîstema Aoborîya Sûrîyê, li ser sê lingan bi ticareta narkotîkê ku rejîm bi xwe dike, hatîye avakirin.

Ev linganan;

 1-îran-Hizbûllah û Hûsî û milîsên Îran yên li herêmê.

2-PKK, Haşdî Şabî û beşek ji YNK

3-Rejîm û bikaranîna îmkanên dewletê.

Eroîn û madeyên din yên xoşber ku ji Afganîstanê derbasî Îranê dibe, bi destê Pasdarên îranê, radestî PKK dibe. PKK ji Îranê derbasî herêma rêveberîya Xweser dike û radestî rejîma Sûrîyeyê dibe. Rejîma Sûrîyeyê jî bi wê sazîya bezirganên millî ku li dora Beşar e-Esed hatine organîze kirin, di kargehan de amade dibe û derdixe bazarê.

Li başûrê Kurdistanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê bezirganîya madeyên hoşber û transporta wê re astengan ji PKK re derdixe. Beşek ji artêşa İraqê û artêşa pêşmergan wek pasewanên sînor li ser vê xetê bi biryarek hevpar a İraqê û Herêma Kurdistanê hatine bicîh kirin. Ji ber vê astengkirina bezirganîya madeyê xoşber a para PKK, PKK û medya wê-çepgirên paramilîter yên tirkan her êrîşî başûrê Kurdistanê, malbata Barzanîyan û PDKê dikin. Dijminatîya PKK tîne ser herêma başûrê Kurdistanê, yek ji van sebeban e ku pêşîya transferkirina madeyên xoşber di ser herêma Barzan û sînorên Sûrîyê û İraqê re ye. Ji ber vê PKK mecbûr bûye ku vê xetê diguhere ser Silêmanîyê û bi Haşdî Şabî re di ser Kerkûk re derbasî Şingalê bike.

Berî bi çend rojan Haşdî Şabî bi 200-250 seyaran û bi çekên giran hat, xwest ku li herêma Germîyan bicîh bibe. Ev têkilîyek di navbera Haşdî Şabî-PKK û beşek ji rêvebirên YNK de bû. Esas armanca van hêzan, girtin û bicîhbûna li ser vê xetê bû. Ev jî li gor daxwazên Îranê, avakirina xetek nû a bezirganîya madeyên Xoşber bû. Lê hêzên pêşmergan agahî girtibûn û rê nedan ku Haşdî Şabî li wê herêma neftê bicîh bibe.

Helbet lingên vê sîstemê a cîhanî jî heye. Di vir de Îranê, hemû hêzên wekaletê yên pê ve girêdayî wek Haşdî Şabî, HizbûllahHûsî û Hamas, PKK jî bikar tîne. Lingek vê bezirganîyê a xala paqijkirina pereyên dervê qeydê (reş) jî heye. Ev têkilî, têkilîyek li ser berjewendîyan hatîye avakirin û parastina rejîma Sûrîyeyê ji bona van lingên vê sîstema bezirganîya madeyên xoşber û fînansekirina şer, sîstemek pir girîng e. Bi sedhezaran hêzên çekdar yên terorê, li herêma Rojhilata Naverast û dewletên ku bi van hêzan re têkildar, ji bezirganîya madeyên xoşber û pereyên reş tên xwedî û fînanse kirin.

Muhabeta di navbera Sûrîye-Îran-PKK û hêzên din yên wekaletê, wek Hizbûllah, Hamas Hûsî û Beşek ji Haşdî Şabî de berdewama hebûna wan bi xwe ye.   ‘‘

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad’ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button