Sûrî û dagirkirin
Adilê Evdile
Wezîrê berevaniyê yê Israîl yê berê sala 1967an Mûşê Dayan piştî şerê di navbera wan û Ereban de digot: Ereb dîrokê naxwênin, heger bixwênin jî lê zû ji bîr dikin.sed mixabin eve dox û rewşa hevpişkên me yên Erebin, dîsa di lotkeya serokên dewletên Ereban de, piştî bi darvekirina serokê Iraqê Sedam Hisên, serokê dewleta Lîbiya Muemer Qezafî rabû ser xwe û ji wan serokan re got: Win hemî li ser sirê ne, lê ne got: Em hemî li ser sirê ne. Serokê dewleta sûrî çav û guhên xwe dadan, weke ku digot: Ev gotin ne ji min re ne, ewî wane û zanîn ji dîrokê ne wergirtin, weke ku hatiye gotin: Heger ji yên beriya mere mabana nedigha me. Heger serokan Esed kur û bav gelên Sûrî bidîtan xizim û hevpişk,ûrijêmeke nîv dîmoqratli welat peyda bikran îro ev kembax kirin , wêran kirin rû ne dida. Lê xwe dîtin Firewn, serok, paşa û şah, û gel ji wan re kerî û kole ye, dengê gel ne bihîstan, ew gelê ku di mawê pêncî û çar salan de genî û rizî bibûn, di xizanî , hejarî û bindestiyê de, nale-nala zindaniyan bi dehên salan, bê ser û şûn, bêyî ku xizmên wan zanibin, saxin yan mirî ne, dewleta Sûrî bi tevayî kiribûn zindanek mezin. Her û her zimanê serokên Sûrî bi taybet ji malbata Esed ew bû, zindan kirin, binçavkirin, lêdan, serdestî û çavsorî bû, ji sala 1966an pêve Esedê bav dema bû desthilat, xwe dît xwedawend, û gelê Sûrî didît kerî û binavê xwe tûmarkir. Ew karvedanên ne rewa, ku bi hêzeke zor bi dest xweve anîn, girtin, lêdan, tifing û zirpoş , çi reftarên kirêt û bêmerês tanîn serê gelê Sûrî, ta giha Esedê kur ewî da pêşiya bavê xwe, gel ji hev tar û mar kir,welat û xak hate dagirkirin, û firotin, palpiştên serok bûne Gur, Keftar, şêr û piling, û ketin bedena hev, her yek ji wan di xwaze perçeyekî meztir ji kelexê dewleta Sûrî bibe para wî