Gotar

Rêya mirinê

Di salên bîstan de, ji çerxa bîstan , şer û têkdan peyda bibûn, di Rojava yê kurdistan de, di navbera pêkhatên welatê Sûrî de, destpêkê di navbera hêzên rijîmê û gel de, lê paşê şerê çekdarî fereh bibû, hêzên dewletên xurt, tevlî şer bûn, û pêkhatên welat, her beşekî bibûn palpişt, ji wan hêzan re, weha welat bibû gorepana ceng û tevliheviyê, ne aramî ketibû seranserî welat, xelkên Sûrî bi ref û koman ji ber mirinê di revîn, berê xwe didane derveyî welat, û beşekî mezin beru Ewrupa ve diçûn, ta vê rojê, ew pêl ne rawesta ye. Leza, xortê bîst salî, kar û barên xwe kirin, ku ji welat derkeve, ji xwe re li hevalrêyan di gra, ta pêrgî komek xort hat, ku wan jî dixwestin ji welat derkevin, û rêya Ewrupa dabûne ber çavên xwe, wan xortan bi rêya Qaçaxçiyan, sînorê tirkî derbas kirin, ta gihane bajarê Istenbolê, li wir pêrgî hin girûpin din bûn, ku Qaçaxçiyan ew didane ser hev, bi egera ku pereyin zor bi dest xweve bînin, ta hijmara rêwengiyan bibû nêzîkî pêncî kesî, di bin tariya şevê de Qaçaxçiyan berê wan xortan dane sînorê welatê Yonanistanê, di nav daristanan ve, û yek bi yek, Qaçaxçiyan pere ji wan xortên rêbiwarî werdigirtin, û dema daxwaza kirê ya rê li Leza dikirin, wî ji wan re got: Ev pere yên ku win ji min dixwazin, bi min re nînin, yek ji wan Qaçaxçiyan bi zimanê Ingilîzî, bi rêya telefon ê, ji berpirsê xwe re got: Xortek di nav karwan de, bê pere ye, bersiv ji yê berpirs ve wergirt, û gazî herçar hevalên xwe kir, û ji wan re got: Serok dibêje ew xortê bê pere bi nehînî di nav daristanê de wî bikujin. Xetîr xortê ji bajarê Qamişlo, ew jî rêbiwarî ye, di nav karwan de ye, xwendevan e, bi zimanê Inglîzî xweş dizane, dengê Qaçaxçiyan bihîst, û di pîlana wan de gihişt, ma dilgiran û xemgîn, hin bi hin xwe nêzîkî Leza kir, dît ku yek ji Qaçaxçiyan, hin bi hin Leza bi dawiya karwan ve dibe, Xetîr xwe nêzîkî wan kir, û ji yê Qaçaxçî re got: Ez kurê Qamişlo me, ez hîvî ji te dikim, ku tu vî xortî azad bikî, vaye ezê nav, nîşan û nimra telefona xwe radestî te bikin, ew pereyên ku tu ji vî xortî dixwazî, niha li vêderê, ne bi min re, û ne bi wî re hene, lê soz be, dema em bighin qûnaxa xwe, cihê ku tu bixwazî, wê pereyên te bighin ber destên te, dema Xetîr, ev soz ji yê Qaçaxçî re dan, tê gihişt ku Xetîr agahdar e, bi pîlana kuştina Leza, û wê bibe dîdar ji wê kiryara kirêt û tawan re, yê Qaçaxçî berê xwe da Xetîr û got: Guh bide peyvên min, ezê vî xortî azad bikim, wê tu soza xwe bibî serî, lê heger tu nebî xudan, li soza xwe, destên me dirêjin, li seranserî rûberên Ewrupa, wê jiyana te bibe gerw, Xetîr razî bû, nimra telefon, nav û nîşanên xwe, radestî yê Qaçaxçî kirin, û gerdena xortê bi navê Leza, ji birrînê azad kir.

Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button