Break newsRaportslide
Qamişlo: Şandek ji Şepêla Paşeroj serdana bargeha partiya Yekîtî kir
Yekîtî Media 26/8/2016
Roja çarşemê 24ê Tebaxê, şandek ji şepêla Paşeroj bi serokatiya berpirsa nivîsgeha pêwendiyên derve Narîn Metînî serdana bargeha partiya Yekîtî ya Kurd li Qamişlo kir.
Serkirdayetiya partiya Yekîtî bi amadebûna cîgirê sekretêrê partiyê Hesen Salih pêşwaziya wê şandê kir.
Di serdanê de şanda Şepêla Paşeroj erkê behîdariyê bi koçbûna mamoste Smaîl Hemê pêşkêşkir, û piştgiriya xwe ji bo hemû girtiyên ENKS di zindanên PYD daxuyakirin.