Gotar

Peyayên Rewrewkê

Di encama tinebûn û windabûna dewleta Kurdistan, piştî hilweşandina Imperatoriya Osmanî û lihevhatina Ewrupiyan, li ser parvekirina wan paşmayan, weku erd, saman û netewan, ronakbîr û siyasetmedarên kurd weku kesekî ji xew hişyar bibe, bibîne ku li ber pêl, şapan û lehiyan ketiye, bi lez û bez, dest avêtin çekan, bi çend şoreş û serhildanan rabûn, ji sala/1913, 1919, 1925, 1926, 1932, 1937, 1945/an, lê hemî ew kar û xebat têkçûn, û bi ser neketin.
Hin rewşenbîrên kurdan, berê xwe dane karên siyasî û rewşenbîrî, partî û rêxistinên siyasî damezirandin, û hinan berê xwe dane partiyên komonist, piştî şoreşa Urus ya sala/1917/an bi serket, dema didîtin ku komonistan dengê xwe bilind bang dikin, bi piştgîrî û alîkariya hejaran û gelên blindest, weha li seranserî Kurdistan, rêxistin û partiyên kurdan, hatine avakirin, li ser rêbaz û dirûşmên soşyalist, wekhevî û piştgîriya mafê gelan, bi kurtî ji wanre dihate gotin: Hhevbendiya çepan, gelê kurd weke tiyê avê berê xwe bide lêlanê.
Pêşiyên kurdan digotin: Nanê xwe bide nanpêjan, bila yek zêdebe, lê xuyaye rêvebir û ronakbîrên kurdan, şaşçûn û rêya rast û serkeftinê windakiribûn, bibûne siwarên lêlan û rewrewkê, çinku gelê kurd li gel xak, cografî, milet, rewişt û hîviyên xwe, zindiye, welat, al û pêşmerge, bîr û bawerî, omîdên pêşerojê, geş û ronî dibin, teknelocya, ragihandin û medya, biwe alîkar bi kurdan re, dema em dibêjin; Va Hirçe, ew dibêjin: Va rêçe, ev ne ew wexte ji nûve em li rêçê bigerin, êdî nema pêdivî xebat û keda me kurdan, hemî çû ji bi gotin û nêrînên weke : Wekhevî, mafê gelên cihanê, biratiya gelan, yan em misilmanin, û misilmanên cihanê birayên me ne, Dîn, ol, rêol, çepgîrî, ev ji me kurdan re nabin pişt û piştgîr, xebat û karên me kurdan di van sedsalên bûrî de, hemî beyhûde çû ji xelkê re, ji biyaniyan re, heger rê, dirûşim, symbol û armancên me kurd û Kurdistan be bi eşkere û zelalî, em windanabin, ala Kurdistan berz û xuya ye.
Armanc, bîr û baweriyên xelkê, berê me dane şaşîtiyan û windabûnê, bi mebest û bangeşta biratiyê, û oldariyê, xelkê em ji xwe re dizîn, ew dîn, ol û rêol, yên xelkê biyaniya ne, ne yên kurdane, dînên kurdan berz û xuyane, rêya çepgîriyê jî dema wê derbas bûye, kurd û kurdewarî, herî ewe rêya rast û durist.
Adilê Evdile.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button