
Panorama binpêkirinên di Gulana 2025an de li herêmên bandor û kontrolê li Sûriyê
Binpêkirinên rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di meha Gulanê de
Di dawiya meha Nîsanê û tevahiya Gulana 2025an de ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve revandina zarokên temen biçûk di destpêka meha Gulanê de di konferansekê de belavbûna xwe ragihand. Revandin li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Kurdistana Sûriyê û Bakurê Sûriyê de berdewam bûn.
Rojnameya Yekîtî ev rewşên jêrîn belgeh kiriye, ku hin ji wan çend mehan piştî revandina wan û leşkerkirina wan di kampên PKKê de ji aliyê malbatên wan ve hatine ragihandin.
1- Slava Îsmaîl Qader, 15 salî, ji bajarê Kobanî, dayîka wê “Kalî ye”, 10.04.2025.
2- Ribaz Fadel Celmiş, 15 salî, xelkê Kobanî ye, diya wî “Nahza” ye, dawiya sala 2024ê. Malbatê di meha Nîsanê de revandina wî ragihand.
3- Rojîn Ezz El-Dîn Ehmed, 16 salî, ji bajarê Kobanî, dayîka wê “Faten Ehmed e”, roja 16.04.2025.
4- Merwan Şêx Mihemed, 16 salî, xelkê bajarê Kobanî, dayîka wî “Necma” ye, roja 21.04.2025.
5- Ferîde Xelîl Mihemed, 16 salî, ji taxa Şêx Meqsûd a girêdayî parêzgeha Helebê, roja 22.04.2025.
6- Ferah Mihemed Ebdo, 15 salî, ji bajarê Kobanî, 22.04.2025.
7- Îbrahîm Xelîl Hemk, 16 salî, ji bajarê Kobanî, dawiya sala 2024. Malbatê revandina wî di meha Nîsanê de ragihand.
8- Mehmûd Ezîz Şêx Elî, 16 salî, xelkê bajarê Kobanî, diya wî “Fatime” ye, roja 30.04.2025.
9- Ehmed Walat Mihemed, 16 salî, ji bajarê Dirbêsiyê, 02.05.2025.
10- Eynda Luay Elûş, 14 salî, ji taxa Şêx Meqsûd a girêdayî parêzgeha Helebê, di 29ê Nîsana 2025an de.
11- Xemgîniyên yasayî û bûyerên dûbare
Rêxistinên mafên mirovan yên xwecihî û navdewletî gelek caran hişyarî dane ser berdewamiya leşkerkirina zarokan li bakur-rojhilatê Sûriyê û bang li Rêveberiya Xweser kirin ku pabendî sozên xwe bin ji bo rêgirtina li van binpêkirinan.
Qanûnên navneteweyî, bi taybetî jî Peymana Mafên Zarokan, di bin her şert û mercî de leşkerkirin an jî tevlîkirina zarokan di operasyonên leşkerî de qedexe dike.
Nebûna zelalkirina fermî
Heya niha ti dezgeheke fermî derbarê çarenivîsa Ehmed Bûzan de daxuyaniyek nedaye, yan jî girêdana wî bi ti grûpeke leşkerî û çekdarî re piştrast an red kiriye. Malbata wî daxwaz dike ku rastî bê eşkerekirin û zarok vegere malê, berpirsên herêmê ji ewlekariya wî berpirsyar dibînin.
paşî
Ev bûyera herî dawî ye ji rêze bûyerên bi vî rengî yên ku di van salên dawî de li herêmê hatine dîtin. Bi sedan zarokên temenbiçûk hatine belgekirin ku di bin şert û mercên nepenî de winda bûne, ku aliyên cihêreng bi leşkerkirina wan di kampên girtî de hatine tawanbar kirin. Di nav van koman de ya herî pêşîn Rêxistina Ciwanên Şoreşger e, ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ku li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kar dike.
Di sala 2019an de, fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, planeke/ peymaneke pabendbûnê bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Zarokan û Pevçûnên Çekdar, Virginia Gamba re îmze kir, ji bo bidawîkirin û nehiştina leşkerkirin û bikaranîna zarokên di bin 18 saliyê de di operasyonên leşkerî de.
Li gorî çavdêran, armanca rêxistina Ciwanên Şoreşger ji revandina zarokên temenbiçûk ew e ku mejiyê zarokan li gorî îdeolojiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bişon, da ku wan di nava refên leşkerî yên partiyê de bişopînin.
Binpêkirinên komên çekdar ên bi piştgirîya Tirkiyê li dijî Kurdan li herêmên di bin kontrola wan de di meha Gulanê de
Komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam binpêkirinên xwe li dijî sivîlên Kurd li herêma Efrînê û gundewarê wê li Kurdistana Sûriyê dikin, di nav de revandin, girtin û binpêkirinên din.
Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê welatiyên Kurd li herêma Efrînê ya Kurdistana Sûriyê girtin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpeke çekdar a girêdayî Firqeya Hêza Hevbeş (Hemzat – Sultan Silêman Şah El-Emşat) êrîşî gundê Ehras ê herêma Şahba kirin, û bi armanca tirsandina şêniyan û belavkirina tirsê di nav wan de, bi awayekî bêserûber agir berdan avahiyan. Piştre, wan xortê bi navê Mihemed Mistefa Kur Hemdo, 36 salî, ji gund, bi tawana ku bi rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re pêwendî hene, revandin û birin bajarokê Marê, bêyî ku ta niha çarenivîsa wî bizanin.
Hêjayî gotinê ye ku ciwanê bi navê Mihemed beriya niha ji aliyê heman komê ve hatibû revandin û piştî dayîna berdêl hatibû berdan.
Di heman mijarê de endamên xala kontrolê ya leşkerî li bajarê Ezazê welatiyê bi navê Welîd Mihemed ê ji gundê Saar Yancîk ê navçeya Şaran a gundewarên Efrînê dema ku ji bajarê Helebê dihat, revandin. Ew birin cihekî nediyar, û çarenivîsa wî hîn ne diyar e.
Gundiyekî ragihand ku ev revandin bêyî ku ti sûcek wî hebe û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Di rewşake cuda de zarokê Kurd Radwan Brîmo (8 salî) û zarokê Kurd Ehmed Siûd Derwîş (11 salî) di encama teqîna du mayînên ku ji şer mane, li gundê Ehras ê gundewarê Helebê di 5 û 11ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan.
Koma çekdar a Sultan Murad ku ser bi artêşa Tirkiyê ve ye, çend xalên pişkinînê li deverên curbicur ên gundewarê Serêkaniyê li Kurdistana Sûriyê danîne û welatiyên Kurd neçar dikin ku mûçeyên darayî bidin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov piştrast kir ku endamên Firqeya Sultan Murad niştecihên çend gundên gundewarê Serêkaniyê neçar kirin ku peran bidin û dest danîn ser hin mal û milkên wan.
Ev xalên pişkinînê li deverên (Eliya, Ameriya, Xirbet Banat û Mebrûka) li rojavayê bajarê Serêkaniyê belav bûne.
Ev binpêkirin ligel rawestandina mûçeyên mehane ji bo çekdaran û kêmbûna dahatên bazirganiya mirovan, bûn sedem ku hin kes serî li çewsandina niştecihan bidin û milkên wan ên kesane desteser bikin, di nav bêdengiya hikûmeta Sûriyê û civaka navdewletî de.
Hêjayî gotinê ye ku tawan û binpêkirinên li ser herêma Efrînê û gundewarê wê berdewamin ji dema ku artêşa Tirkiyê bi beşdariya grûpên hevpeymanan di bihara sala 2018an de herêm dagir kir.