Break newsNûçeNûçeyên herêmî û cîhanîRaport

Mejdel Delî : Teqîna taxa Xerbî bîranînek bi êş e di dîroka Qamişlo de ku nayê ji bîr kirin..

Duh Sêşemê 27ê Tîrmehê, pêncemîn salvegera teqîna kamyonekê bombekirî bû li taxa rojavayî ” Xerbî” li Qamişlo , ku di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin , û herwiha ziyanek madî ya mezin gihand dikan û avahiyên niştecihbûnê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî, digel xelkên taxê û xelkên Qamişlo , beşdarî bîranîna vê boneyê bûn, ku alayên Kurdî û wêneyên şehîdan hildan, û mûm vêxistin ji bo bîranîna şehîdan .

Di derbarê vê yekê de endamê Komîteya konevanî ya PYK-Sê Mejdel Delî ji “Yekiti Media” re ragihand û anî ziman : ku dibe bîranîna teqîna terorîstî ya ku taxa Xerbî li Qamişlo kir armanc ne tenê ew tîne hişan wan kêlîkên tirsdar, lê tekez e ku xelkên Qamişlo bi wê bîranîna bi êş ku pênc sal ser derbas bûye jiyan dikin, û em hemû govan in li ser êşa me tê de jiyana dikir ku ji bo şehîdbûna bi dehan pakrewanên bêguneh ji hemû temenî û ji her du zayendan ve.
Herwiha berdewam kir:  ku bi kurtî, ev e teror e ya ku cûdahiyê naxe navbera kesekî , çi ciwan be çi pîr be, jin be yan mêr be, tenê jiyana bêguneh dike armanc.
Delî zêde kir û got : Belê, terorîst bi ser ket ku aramiya bajarê me têk bir û hişt ku hemû xanî serê sibê bigrîn, kujeran wê bi xwînê ve xeniqand, ku dê di dîroka Qamişlo de were tomarkirin bîranîneke bi êş ku nayê ji bîr kirin.

Di dawiya gotina xwe wiha anî ziman : ku Her yek ji şehîdên vê komkujiyê çîrokeke wî hebû , lê felekê ew ji bo rojeke revjêtunebû anîn cem hev, ew bi laşê xwe çûn da ku giyanê wan şev û roj li kujeran nifir û ne’let bike.

Hêjayî gotinê ku teqînên bi vî rengî di salên borî de li Hesekê , Til Temir , Efrîn û Kobanî qewimîn, ji ber vê yekê teqîna taxa Xerbî di dîroka herêmê de ya herî dijwartir û bi êştir bû .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button