Lo me çi kir me çi kir….
Nûrî çelîk
Dibêjin çima Kurd nabin tiştek. Em nabin tiştek ji ber ku aqilê me ne ji kîsî me ye, ji kîsî xelkê ye û em ne di destên xwe de, di destên xelkê de ne. Em bi benê xelkê dadikevin bîrê, li hespên wan siwar dibin û pê pesnê xwe didin, bi tifinga wan şer dikin û xizmeta berjewendîyên wan dikin. Em karin bi dehan, belkî bi sedan sedemên din binivîsin. Lê asas û sedema herî mezin kêmbûna hest û hişmendîya netewî ye, ango lawazîya netewperestîya Kurdî ye.
Gelo we li dinyayê kesek, serokek, partîyek yan miletekî ku pesnê dijminê xwe bide, şîna dijminê xwe bigire û hêsran li ser bibarîne dîtiye? Ji derveyî me Kurdan, ev malkambaxî di nav kîjan miletî de heye kes nizane.
Dakîrkerên Kurdistanê Kurdên mirî wek Kurdên herî baş dibînin û tucarî şînê ji bo yekî Kurd nagirin, bi mirina wan kêfxweş dibin û dibêjin „neyarekî me kêm bû“. Lê çi hikmet be Kurd bi mirina neyarên xwe dêşin, şînê ji bo wan digirin û hetta wan wek şehîd jî dinirxînin. Ev sosret nîşana têkçûna hest û hişmendîya netewî ye, têkçûna vîn û kesayetîya Kurdî ye û tu têkilîya wê bi dîplomasî û siyaseta Kurdistanî re tuneye.
Dibêjin masî ji serê xwe genî dibe. Serî çi be binî jî dibe ew. Siyaseta ku ji serî de bi armancên genî û kurmî tê meşandin, bikî nekî bandora xwe li civakê jî dike û civakê jî dike şirîkê sûc û gunehê xwe. Şîrînkirin û payedarkirina dagîrker û xizmetkarên wan ne erka me Kurda ye, tew şîngirtin û şehîdnasîna serkêş û endamên neyarpartîyan sûc û gunehkarîyek mezin û ne li rê ye. Heger kes û serkêşên neyarKurd wekşehîd bên olandin, wê şehîdên Kurd û Kurdistanê (ewên ku bi destên wan neyarKurdan hatine qetilkirin) di gora xwe de carek din bên qetilkirin û wê giyanê wan di roja mehşerê de hesab ji we bipirse.
Em ji wan hez bikin yan nekin, wan wek mazlûm bibînin yan nebînin, Filistînîyan (îstîsna ne tê de) tucarî ji Kurdan hez nekiriye, nakin û neyarîyê bi Kurdan re dikin. Wek xizmetkarên dagîrkerên Kurdistanê destê wan ketiye xwîna bi hezaran Kurd, destdirêjîya bi hezaran keç û jinên Kurd kirine û ew li welatên Ereban firotine. Serok û serkêşên wan di her wesîleyê de neyartîya Kurdan û dostanîya dagîrkerên Kurdistanê kirine û Kurdistanek serbixwe wek Îsraîla duyem û xincera di pişta Ereban de pênase kirine. Yek ji wan jî bêguman Serokê Hizbûllahê Hesen Nasrallah bû. Çi Yaser Erefat be, çi Mahmûd Abbas be, çi Îsmail Hanîye û Hesen Nasrallah be, hemûyan rasterast neyartîya Kurd û Kurdistanê kirine û wek şirîkên dagîrkerên Kurdistanê destê wan di xwîna Kurdan de heye. Xwezî nebûya, lê rastî ev e. Divê neyê jibîrkirin ku Sekreterê PDKÎ Sadik Şerefkendî jî bi destên endamên Hizbûllaha Lubnanê (ajanên Îranê) hat qetilkirin û ev yek di belgeyên çapemenîya Alman de jî hat eşkerekirin.
Rojhilata Navîn dojeh û cehnema dinyayê ye û Kurd di wê dojehê de dijîn. Yên ku ji Kurdan re agirê wê dojehê gur dikin bê guman dagîrkerên me ne, kesayet, rêxistin, partî û çekdarên bi wan ve girêdayî ne. Kî hewl bide û kî bixwaze wî agirê ku Kurd pê dişewitin vemirîne û jê re bibe sîwan, divê em ne neyartîya wan, lê dostanîya wan bikin. Tunebûn û tunekirina her neyarekî ji Kurdan re kar e. Siyaseta “Neyarê neyarê min dostê min e” bûye yek ji asasê têkilî û dostanîya navbera dewletan. Ev dûrişme bi taybet li dijî Kurdan û di nava dagîrkerên Kurdistanê de xalek asasî û bingehîn e. Lê mixabin em ji dagîrkerên xwe dersê nastînin û li hember neyar û xizmetkarên wan, wek wan ne xwedîyê hest û hişmedîyek resen in.
Gelek Kurdên me yên xwedêjêstendî wek kujtina Qasim Silêmanî, kujtina Serokê Hizbûllahê Hesen Nasrallah jî li zora xwe anîn, pê êşîyan, hêsir li ser barandin, şîna wî girtin û bi piştgirî û daxuyanîyan dîsa hewl dan ku Kurdan bikin neyarê Îsraîlê. Pêwîst nake em zêde behsa helwesta PKK, DEM, HUDA-PAR û yên wek wan bikin. Ji xwe helwest û armanca wan kifş e û di vê derbarê de pêwîst nake meriv zêde here ser wan jî. Ciwanmêran xizmeta xwe dikin, erkên ku ji wan tên xwestin tînin cîh û di xizmeta xwe de qisûrê jî nakin. Lê ya ku me dêşîne, ya ku em zêdetir pê dêşin, helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên wê ye.
Dîplomasî ne ew e ku meriv alîyekî bigire û alîyê din berde, ne ew e ku tu rasterast dostanî yan neyartîya xwe eşkere bikî. Car heye divê tu bêdeng bî, car heye divê tu sergirtî nêt û merama bîne ser zimên, car heye divê meriv hinek rastîyan daqurtîne, û car jî heye divê meriv destê xwe li masê bide û rasterast bêje ev ez im.
Min li jor kiryar û neyartîya Hizbûllah û serokên wê ya li dijî Kurdan anî ser zimên û herkes dizane ku xwedîyê Hizbûllahê jî Îran e. Îrana ku yek ji neyar û dagîrkerên Kurdistanê ye û roj namîne Kurdan nekuje, li Iraqê bi destê Haşdî Şabiî û li Sûrîyê jî bi destê Hizbûllah û komên din ên neyartîya Kurdan dike. Ji ber nermbûna têkilîyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo xatirê wê Îranê, nabe ku rayedarek yan serokek Herêma Kurdistanê yekî wek Nasrallahê neyarê Kurd wek şehîd bi nav bike û wek PKK û partîyên din Kurdan ji Îsraîlê re bike neyar.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê kujtina Nasrallah de daxuyanîyek sosret belav kir û Nasrallahê neyarê Kurd û Kurdistanê wek şehîd bi nav kir. Barzanî dikarîbû di peyama xwe de sergirtî jî, bêyî ku têkeve refê PKK û partîyên din, bêyî ku Kurdan di çavên Îsraîlîyan de reş bike, merama dilê xwe bigota. Ev yek jî dide xuyakirin ku me tu tişt ji „Neyarê neyarê min dostê min e“ fêhm nekiriye û siyasetek rojane, teng û bê armanc dimeşînin û li şûna „Neyarê neyarê min dostê min e“, me „Neyarê neyarê min neyarê min e“ hilbijartiye.
Ez zanim nivîs dirêj bû. Ezê nivîsê bi gotina Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen xelas bikim.
“ Ji ber ku Kurd hertim ji celadên xwe re dibêjin em birayên hev ên olî ne, xwedê wan ceza dike“.
Û ji vê re dikare „Sendroma Stockholmê“ jî bê gotin…..